Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê:Bi girtina Ecac gelek kodên nehênî dê vebin
Kurdistan 10:27 PM - 2025-08-01
Yekîtîya Nivîskarên Jenosîdê ya Kurdistanê
Logoya Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê ya Kurdistanê
Yekîtiya Nivîskarên Jenosîda Kurdistanê di daxuyaniyekê de
got:Girtina Ecac yê Nuqret El Selman pêngavek e girîng e û ew wekî koda veşartî
ya gelek deriyên din bi nav kir û got: Divê pêvajoya danpêdanê û wergirtina zanyariyan
ji tawanbar bi amadebûna tîmek e nivîskarên şareza di warê jenosîdê de were
kirin û bang li xizmên qurbaniyên Enfalê kir ku biçin Bexdayê daku giliyan
tomar bikin.
Di daxuyaniya Yekîtîya Nivîskarên Jenosîdê ya Kurdistanê de
ku kopiyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin, ragihand ku girtina tawanbarekî
mezin wek Ecac, ku tawan û hovîtiyên wî tenê dikarin ji hêla saxmayîyên Keleha
Nuqret El Salman ve werin selmandin, her çend e pir dereng be jî, ev yek pêngavek
e girîng e ku ew koda veşartî dê gelek deriyên din veke, û dê me bigihîne gelek
nehênî yên din yên veşartî.
Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê ya Kurdistanê daxwaz jî dike ku
pêvajoya danpêdanê û wergirtina zanyariyan ji tawanbar bi amadebûna tîmek e şareza
ya nivîskarên jenosîdê be, ji bo berhevkirina zanyariyên veşartî, bi taybet tê
zanîn ku tawanbar Ecac di salên dawî de çend rêbaz bikar aniye daku xwe ji
dezgehên ewlehiyê veşêre, wek guhertina rûyê xwe bi riya neştergeriya ciwankarî,
guhertina navê xwe û belavkirina bangeşeya li ser mirina wî di salên borî de.
Hevdem daxwaz kir ku girtina wî ji bo dîtina kesên din yên
ku di tawana Enfalê de beşdar bibûn û xizmên qurbaniyan biçin Bexdayê daku li
dijî serok caş û şêwirmendên daxwazkirî yên ku daxwazkirî ne giliyê tomar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

