Iraq dê xercê berhemanîn û veguhestina petrolê bide Herêma Kurdistanê
Kurdistan 09:59 PM - 2024-11-05
Ajans
Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîran a Iraqê dê qerebûkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide ji bo lêçûnên berhemanîn û veguhestina petrolê jî biryar hat dayîn ku petrola herêmê ku tê berhemanîn demildest radestî kompaniya bazirganiya petrolê “SOMO” yan jî Wezareta Petrolê ya Federal were kirin.
Civata wezîrên Îraqê îro bi serpereştîya serok wezîrên Îraqê Mihemed Şîe Sûdanî çend proje yasa pesend kir, ku ya herî girîng jî pêşnîyara guhertina madeya 2 ya yasaya bûdceyê ye, ku erkê wezareta darayî ya Îraqê ye bo qerebûkirina hikûmeta herêma Kurdistanê ye bo veguhastina neftê, di berdêla nefta ku ji hêla herêmê ve hatî hilberandin û ji hêla Şirketa Bazirganî ya Neteweyî "SOMO" û Wezareta Neftê ya Federal ve tê wergirtin.
Her wiha di civînê de biryar hat dayîn ku xerciya her zeviyekê ji aliyê rêxistineke nehikûmî ve ku ji aliyê Wezareta Nefta Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve hatiye destnîşankirin, were hesabkirin û di heyama 60 rojên bê de bigihin rêkeftinekê.
Her wiha biryar hate girtin:"Pêwîste şêwirmendekî navdewletî xercê berhemanîn û veguhestina petrolê bo Wezareta Petrol û Darayî ya Iraqê diyar bike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêbendî wê be."
Hikûmeta Iraqê biryar da ku petrola Herêma Kurdistanê ku berhem tîne radestî kompaniya bazirganiya petrolê SOMO bike. “Wezareta Federal a petrolê û lêçûnên berhemanîn û veguhestinê dê ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve wek pêşdaçûyîna her bermîlek 16 dolarî ji Herêma Kurdistanê re were vegerandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

