Qubad Talebanî: Çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi hevkarî û yekîtiyê heye
Kurdistan 07:38 PM - 2023-12-31
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya hatina sala nû ya mîladî peyameke pîrozbayî
parve kir.
Qubad Talebanî di peyama xwe de
got: Bi boneya hatina sala nû ya Mîladî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû
welatiyên Kurdistanê dikim û hêviya saleke tijî bextewerî û destkeftî ji hemûyan
ra dixwazim.
Got jî: her çende sala 2023ê bi
serkeftineka mezin li ser lidarxistina hilbijartinên encumena parêzgehan bi
dawî hat, lê berdewambûna kêşeyên bûdce û mûçeyan bargiranîya karmend û welatîyên
herêma Kurdistanê kirîye.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê wiha berdewam kir: Di mehên derbasbûyî de me bi berdewamî hewl daye
ku bi hikûmeta federal re vê pirsgirêkê çareser bikin û niha jî bi hemû hêz û
hewlên xwe em berdewam bin û hêvîdar in ku ev pirsgirêk di destpêka sala nû de çareser
bibe.
Got jî: Çareserkirina kêşeyên
navbera herêmê û Bexdayê, parastina aramiya welatê me û dawî anîna gef û
metirsîyan pêwîstî bi hevkarî, yekrêzî û çareser kirina kêşeyên navxweyî heye.
Qubad Talebanî her wiha got: Hêvî dikim
ku di sala 2024`an de em hemû bi ruhê berpirsyarî û niştimanperwerî bixebitin,
rihê hemahengî û xebata hevbeş kûrtir bikin, ji bo çareseriya yekrêziya nav
mala xwe de hewl bidin û metirsiyan ji holê rakin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

