Iraq ji bo avadankirin çaverêya civaka navdewletî ye
Îraq 04:59 PM - 2023-09-05
Medya Serokkomarê
Serokkomar ji Ajansa Çînî (Xinhua) re diaxive
Rêzdar Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd tekîd li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya civaka navdewletî di warê rûbirûbûna terorê de kir.
Ev yek di hevpeyvînekê cenabê Serok ligel Ajansa Nûçeyan a Çînê (Xinhua) bi helkefta 65 saliya peywendiyên dîplomatîk di navbera Komara Iraqê û Komara Gel a Çînê de hat encamdan û tê de behsa kûrahiya pêwendiyên dîrokî di navbera her du welatan de kir û amaje bi wê yekê kir ku ew di pêşveçûneke baş de ne û tekezî li ser berjewendiya kar bo bihêzkirina wan kir.
Di hevpeyvînekê de digel Xinhua, cenabê Serok amaje bi wê yekê kir ku, Iraq di warên avadankirin, jêrxana, elektrîk, av, enerjî û xizmetguzariyên din de, pêwîstiya xwe bi piştgiriya civaka navdewletî û kompanyayên navdewletî ji wan kompaniyên Çînî heye.
Serokkomar li bara piştgirîya ji nêzîkbûna Komara Islamî ya Îranê û Erebistana Siûdî li vê hevdîtinê pêgirî kir û bal kişand ser rola Çîn û Iraqê di vî warî de û pêgirî kir: "Hemangî û hevkarîya navbera welatan baştir di xizmeta mirovatîyê de ye û ji şer û pevçûnan dûr bin."
Cenabê Serok herwiha piştgiriya Iraqê ji hemû destpêşxeriyên cîhanê bo baştirkirina jîngehê nîşan da û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîstiya wan bi piştgiriya û qurbanîdana hemû welatan heye û pêşwaziyê li wan destpêşxeriyên başkirina jîngehê kir, ji ber ku bandoreke mezin li ser saxlemiya mirov ya pêşerojê, her weha li ser nifşên me yên paşerojê.
🔴 Xalên hevpeyvîna ku wê bi cenabê Serok Dr. Abdul Letîf Cemal Reşîd re bi Ajansa Nûçeyan a Çînê (Xinhua) re kir
♦️ Îraq ev demeke dirêje tûşî terorê bûye û em bang li civaka navdewletî dikin ku hevkarî û hevahengiyê bikin ji bo berdewamiya şerê li dijî terorê.
♦️ Nêzîkbûna Îran û Erebistana Siûdî gaveke erênî ye ji bo bihêzkirina ewlehî, aramî û aştiyê û em spasiya hewlên Çîn û Iraqê bo wê hevahengiyê dikin.
♦️ Iraq pêwîstî bi piştgiriya civaka navdewletî û beşdariya kompanyayên navdewletî di warên nûavakirin, avadankirin, pêşxistina jêrxaneyan, elektrîk, av, enerjî û xizmetguzariyên din de heye.
♦️ Pêwîstiya Iraqê bi çêkirina rê, pir, bendav, rêyên hesinî û karên din ên girêdayî başkirina jêrxaneyan heye û kompaniyên Çînî dikarin di vî warî de piştgiriya Iraqê bikin.
♦️ Peywendiyên me bi Çînê re di pêşkeftineke baş de ne û em spasiya hewlên kompaniyên Çînî û kompaniyên din ên navdewletî dikin ku di operasyonên nûavakirina Iraqê de beşdar bûne.
♦️ Em pêşwaziya konferansên ku ji bo baştirkirina jîngehê û rûbirûbûna guherîna avhewayê tên lidarxistin, dikin, ji ber ku bandorek mezin li ser tenduristiya mirovan û paşeroja wan û hem jî li ser nifşên me yên pêşerojê heye.
♦️ Înîsiyatîfa şaristaniya cîhanî ku ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping ve hatiye pêşniyarkirin girîng e û ji bo vejandina şaristaniyên kevnar di warên çand û zanistê de bi hemû aliyan re pêwîstî bi hemahengî û hevkariyê heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

