Du terorîst hatin girtin
Kurdistan 09:24 PM - 2023-07-03
PUKMEDIA
Ajansa Ewlekariyê
Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê 2 terorîst girtin.Tawanbaran got ku ew çûne Herêma Kurdistanê xwe veşêrin.
Di daxuyaniyekî de Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê ku nusxeyek ji PUKMEDIA re hatiye şandin, ragihand: Rêveberiya Operasyonên Asayişa Herêma Kurdistanê 2 terorîstên DAIŞê girtin.
Her wiha tê destnîşan kirin: "Li gor zanyariyên istixbaratî û lêkolînên nêzîk, piştî wergirtina zanyariyan ji dezgehên ewlekarî yên hikûmeta Êraqê li ser du terorîstên reviyayî, ku li gor madeya (4) ya terorê tên xwestin û ji bo xwe veşêrin ber bi Herêma Kurdistanê ve reviyane."
Piştî çavdêrîkirin û naskirina cihê wan, hêzên Rêveberiya Operasyonên Asayîşê bi pilaneke qayîm û serkeftî, bi alîkariya Rêveberiya Asayişa Germiyan, karîn du tohmetbarên daxwazkirî yên bi navên (A, F, M) û (A, A, F) binçav bikin , piştî bidawîhatina rêkarên yasayî û li gor taybetiyên dosyeya wan dê bên girtin û radestî dezgeha dadweriya Êraqê bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

