Partiyên Kurdistanî êrîşa li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezar dikin
Kurdistan 03:13 PM - 2023-04-09
PUKMEDIA
Hilweşîna pûtê otorîter û dîktatoriyê
Êvara 7-4-2-ê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bû hedefa êrîşên hewayî bi rêya balafirên bêmirov ên Tirk. Partiyên Kurdistanî ev êrîş şermezar kirin û bi binpêkirina serweriya Êraqê bi nav kirin û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê kirin ku bi awayekî cidî li hember vê binpêkirinê bêdeng nemînin û sînorekê ji dijminan re deynin.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrîşa li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û got:’’ Êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê planeke pêşwexte ji bo îstixbarat û sîxuriya derve û navxweyî, ku weke anîna artêşa dagirker bo Herêma Kurdistanê ye, ji ber vê yekê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin, me li bendê bû ku rayedarên peywendîdar li şûna ku ev sûc bi çavan rewa bikin, tedbîr bigirin, lêkolîn bikin û şermezar bikin.’’
Tevgera Gorran
Ji aliyê din ve Tevgera Gorranê di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê şermezar kir û got: “Em bang li saziyên fermî dikin ku hemû tedbîran ji bo parastina aramî û asayîşa parêzgeha Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê bigirin.’’
Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê
Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşa li ser firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û got: “Ev êrîş nayê qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin, ji ber ku li dijî tevahiya gelê Herêma Kurdistanê ye, emê gelê Kurd û xaka Kurdistanê biparêzin”.
Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê
Partiya Niştimaniya Kurdistanê êrişê wek karekî tirsonek dinirxîne û dibêje: “Ev êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd û xaka Kurdistanê tê dîtin û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dixe pêşiya berpirsyariya dîrokî û divê helwesteke zelal nîşan bidin.
Partiya Kesk a Kurdistanê
Partiya Kesk a Kurdistanê bi tundî êrişa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê şermezar kir û got: “Armanckirina firokexaneya sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Êraqê ye, herwiha metirsî li ser jiyana welatiyên kurd e.Pewîste li Silêmaniyê mîtîng bê kirin, helwesta xwe diyar bikin û li dijî êrîşê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî tedbîrên hiqûqî bigirin."
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê armanckirina firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û got: Firokexane saziyeke sivîl û destkefteke girîng a gelê me ye û berpirsyariya me hemûyan bi taybet hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê ye ku gelê xwe biparêzin. Diyar e beşek ji van kiryarên dijminane sûdwergirtina ji valahiya navbera hêzên siyasî û her du navçeyan e. "
Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê jî êrîş şermezar kir û got: "Ev êrîş xizmeta dijminên gelê Kurd dikin. Dijminên gelê me bi armanca têkbirina aştî, serkeftin, jiyana hevbeş û yekitiya Kurdistanê dixwazin."
Partiya Azadiya Kurdistanê
Li ser bûyerê Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek da û got: "Em bi tundî armanckirina firokexaneya Silêmaniyê û her hewlên din ên weke armanckirina xak û gelê me ji aliyê dijminan ve şermezar dikin. Hêjayî gotinê ye ku ev hewla terorîstî û dijminane li dijî welatiyan û hikûmeta Herêma Kurdistanê ne cara yekem e."
Hevbendiya Niştimanî
Hevpeymaniya Niştimanî derbarê êrîşa li ser firokxaneya Silêmaniyê wiha got:“Em nerazîbûna xwe li hember vê êrişê nîşan didin û ev êriş Êraq û navçeyê dixe metirsiyê, ji ber wê jî tu behane nîne ku em li hember vê pirsê bêdeng bimînin, ji ber ku têkdana ewlehiya Silêmaniyê û derdora wê têkdana ewlehiya Êraqê û navçeyê ye.”
Partiya Rizgariya Kurdistan
Partiya Rizgariya Kurdistanê helwesta xwe derbarê êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê eşkere kir û got:“Em van tawanên rejîma Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku rejîma Tirkiyê weke rejîmeke terorîst bipejirînin, ji ber ku ew bi berdewamî kiryarên terorîstî dike û li pêş çavê hemû cîhanê piştevaniya komên terorîst dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

