Dengdana semînara Serok Bafil Celal Talabanî di medyaya Erebî de
Kurdistan 02:27 PM - 2023-03-02
Mekteba Ragihandinê ya Serok
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di semînarekê de ku di çarçoveya beşdariya di dîdgeha salane ya Hewlêrê de behsa gelek mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê kir.
Ev helwêstên eşkere, ku jêderên nehevsengiyê û rêyên çareser kirina wan diyar dikin ji aliyê rojname û medyayên Êraqî û Erebî ve hatin pêşwazîkirin û gelek pesnê wan hat dayîn.
Bafil Talebanî: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê 5 deqeyan digireAjansa Independent Press nûçeyek belav kir û tê de nivîsîbû ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî tekezî li ser çareser kirina kêşe û cudahiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê kir û amaje bi vê yekê jî kir ku deriyên Yekîtiya Niştimanî ji bo diyalog û danûstandinê vekirîne.
Got jî: Serokê Yekîtîya Niştîmanî dupat kir ku rewşa niha pêdivî bi vînake bihêz heye bo derbaskirina wê, û tenê bi vînek bihêz dê kêşe di nava pênc xulekan de bên çareser kirin ji ber ku ev kêşe biçûkin.
Talebanî hişyarî dide ku aliyên navdewletî dev ji navbeynkariyê berdinAjansa niştimanî ya Êraqê raportek li ser axavtina Bafil Celal Talebanî belav kir û tê de got: Serokê Yekîtiya Niştimanî hişyarî da ku dîvê aliyên navdewletî ku dev ji navbeynkariyê bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê berdin.
Ajansê ragihand: Serokê Yekîtiya Niştimanî di dirêjiya axaftina xwe de tekez li ser vê yekê kir ku em hertim destpêşxeriya çareserkirina kêşe û qeyranan in û deriyên me jî ji bo wê yekê vekirî ne, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî ji rewşa navçeyê dilgiran e, ji ber ku gel di dawiyê de zîyan dibîne.
Destpêşxeriya Bafil qeşaya navbera partiyên Kurdistanê dihelîneRojnameya El-Ereb di nûçeyeke xwe de dibêje Serokê Yekîtiya Niştimanî Bafil Celal Talebanî destpêşxeriyek ji bo destpêkirina diyalog û danûstandinan di navbera Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat de pêşkêş kir, ku çavdêran gotin wê bibe alîkar ku qeşa di navbera her du partiyan de piştî çend mehan ji alozbûna berdewam û nakokiyên medyayî bihele.
Rojnameyê her wiha got: Serokê Yekîtiya Niştimanî di dema beşdariya xwe di dîdara salane ya Hewlêrê de got, tenê eger vîneke bihêz hebe dê pirsgirêkên niha yên navçeyê di nava pênc xulekan de bên çareserkirin û hişyarî da ku dibe ku paşxistina van pirsgirêkan nehêlin hilbijartinên qanûnî bên kirin.
Bafil Talebanî amadebûna xwe bo rêkeftina ligel Bexdayê ragihandKanala El-Sumariye News dibêje: Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî amadebûna xwe ji bo lihevkirina ligel Bexdayê li ser mijara petrolê ragihand.
Wê kanalê her wiha got: Talebanî teqez kir: "Pirsgirêkên me yên siyasî kêm in, em bi giranî di warê xizmetkirina xelkê de tûşî kêşeyan dibin, ne rast e ku em rê bidin van pirsgirêkan berdewam bin û daxwaz kir ku îro beriya sibê pirsgirêkan çareser dikin ji ber ku xelkê deverê rasti van kêşeyan dibin, Hewlêr nêzîkê şandina mirovan bo fezayê ye, li Silêmaniyê jî li cîhê xwe ne.
Bafil Celal Talebanî: Yekîtiya Niştimanî dest ji Kerkûkê bernade
Malpera El-Rasid El-Êraqî di nûçeya xwe de dibêje, Serokê Yekîtiya Niştimanî Bafil Celal Talebanî gotiye, Yekîtiya Niştimanî li gor madeya 140 ya destûrê dest ji Kerkûkê bernade.
Rojnameyê her wiha got: Serokê Yekîtî tekez kir rewşa gelê me xirab e lê derfetek zêrîn heye ku em bi hev re kar bikin û gelê xwe bi pêş bixin, bi taybetî ku gaz û şiyanên me hene û em mirovên zîrekin.
Bafil Celal Talebanî: Nakokiyên kurdan çareser dibinNûçegihaniya Şefeq dibêje: Serokê Yekîtiya Niştimanî Bafil Celal Talebanî tekezî li ser wê yekê kir, ku kêşeyên Kurdan di nava pênc xulekan de dikarin bên çareserkirin û amaje bi wê yekê jî kir ku partiya xwe dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Ajansê amaje bi wê yekê jî kir ku Bafil Celal Talebanî herwiha tekez kir ku YNK naxwaze vê rewşa ku em tê re derbas bibin, ji ber ku xelkê mexdûr bûne, em dixwazin hilbijartinan bikin û em ji bo wan amade ne mijarên ku bûne pirsgirêk di pênc deqeyan de çareser dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

