Serok Bafil: Em ê têkiliyên xwe yên bi Partiya Komunîst a Çînê re bidomînin
Kurdistan 05:50 PM - 2023-02-14
Nûsîngeha ragihandina serokê YNKê
Civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst a Çînê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandeke Komara Gel a Çînê bi serokatiya Zhu Rui Alîkarê Wezîrê Derve yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê kir.
Rafaat Ebdullah, Biryarderê kargeriya Mekteba Siyasî , Dr. Mîran Mihemed, Endamê Mekteba Siyasî, Serkawt Mihemed Xefûr, Serokê Desteya Pêwendiyên Derve YNKê , Çu Weî, Balyozê Çînê li Êraqê, Liu Xin-yong, Konsulê Çînê li Kurdistanê ,hijmareka berpirs û şêwirmendan ji Partiya Komunîst a Çînê amede bûn,di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa herêma Kurdistanê û Êraqê kirin û tekez li ser berdewamîya hemahengî û hevkarî kirin bi taybetî di warên sîyasî, aborî û kulturî da ji bo pêşkeftina herêma Kurdistanê.
Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser pêbendbûna YNKê bo pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên demdirêj ên navbera Herêma Kurdistanê, YNK û Partiya Komunîst a Çînê kir û got :"Bingeha vê peywendiya bihêz ji aliyê Serok Mam Celal ve hatiye danîn û em ê berdewam bin û hevrêziyê bikin."
Li hember de jî heyeta Çînê tekez li ser kûrtir kirina peywendiyan û piştgîriya zêdetir ji bo pêşkeftina Herêm di warên curbicur de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

