Amarên kampanyaya ‘’Hevxemê we ne’’ li Silêmaniyê

Kurdistan 09:25 PM - 2023-02-08
Wêneya kampanyaya ‘’Hevxemê we ne’’ li Silêmaniyê PUKMEDIA

Wêneya kampanyaya ‘’Hevxemê we ne’’ li Silêmaniyê

Erdhej Kurdistan

Kampanyaya ku ji aliyê Ajansa Kurdsat Medyayî, Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û Muzexaneya Netewî ya Amnassor li Silêmaniyê ve hatiye ragihandin, berdewam e û hemwelatî dikarin alîkariyên xwe bi rêya  bi jimareyên telefonê 07501194074 re têkilî daynin.Alîkariyên xwe ji kampanyaya bi FastPay re bişînin. 
Li gorî amarên dawî, îro di roja duyemîn a kampanyaya Silêmaniyê de, heta niha 51 milyon dînarê Êraqî, 3850 dolarê  Amerîkî  û 200 pawan  ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye komkirin.
Li gorî statîstîkan 48 sobe, 32 alavên kêmendaman, 4 kon, 8300 alavên tibî, 37 perçe lîstokên zarokan, 3908 kg xwarin, 4429 betanî û çarşef, 5996 perçe cil û bergên qurbaniyan, 454 perçe pêdiviyên zarokan, 609 şûşe û pariyên şîr hatiye komkirin ji bo mexdûran.
Hejmara qurbaniyên erdhejê kêlî bi kêlî zêde dibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara miriyan bû 9 hezar û 570 û birîndar jî derket 52 hezar û 9 kesan.
Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 2 hezar û 751 kes jiyana xwe ji dest dane  û 4 hezar û 654 kes jî birîndar bûne.
Sibeha duşemê 6-2-2023 li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê erdhejeke bi dijwariya 7.4 rîxterê pêk hat û li gorî amarên dawî deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike