Roja şehîdê YNKê û şehîdên Şoreşa Nû ye

Nêrîn 07:58 PM - 2026-11-20
Stran Ebdullah

Stran Ebdullah

Roja Şehîdê YNKê Roja Qusûr û Kêmrengiyê
Roja şehîdê YNKê û şehîdên Şoreşa Nû ye.

Bi wê boneyê tê bîra te çi erkê giran e ku tu endamê vê tevgera fireh û mezin bî ku navê wê YNK ye û meseleyan bi asayî û normal werbigrî. Tê bîra te ku pêncî sal xwîn û hêsir, renc û westiyana pêncî salên şehadetê li ser milê te ye û te daniye ser pişta xwe û tu dixwazî aqûbeta wê ji bo gelê te û di nava YNKya te de xêr be. Hey çiqas xweşbawer û çiqas geşbîn î?

Ew roj e û di wê rojê de careke din dizanî ku endamtiya di vê karwana dirêj û dûr de, beriya ku bibe şanaziyeke mezin di jiyanê de, benekî hişk e li stûyê te ku nabe bi "ewente", bi "kêferat" û bi "qontêrat" muameleyê pê bikî û berxwedanê nîşan bidî. Qeder e û heta wê derê xweş e ku te gotiye bi stûyê min. Tu herî kuderê berpirsyartî û lêpirsîn e, deftera deyn û kombiyaleyê ye ku nayê plankirin û hêsankariyê qebûl nake; tu berê xwe bidî her aliyekî, xefikeke ceribandinê heye û te şermezar dike û li hemberî xwîna ku hatiye rijandin, qusûra te ji tevahiya cîhanê re nîşan dide.

Belê wisa ye, roja şehîd roja serbilindî û serfiraziyê ye ji bo wan kesên ku buhayê wê dane û bêguman li ser wê nebûne deyndar, lê ji bo te ku hîn darê te dar e û tu tiştek nîn î di vê galaksiya pir dûr de, wek rêwiyê lûtkeyên jiyanê û wek teterê Çînê di parzemîna Ewropayê de, wek bexşiyekî di kolana pêçapêç a xebatê de û qey nake bila tê de be û zirara wê nîn e ku hebûna te bûye nesîb.

Çiqas mezin e ev destan û çiqas dijwar e ev mijar? Di her zindaneke vî welatî de şahidek xwînê dipijiqîne, di her dol û çiyayekî de qurbanîdanek belav û perîşan e, di her dîwarbendekê de li şûna boyax û firçeyê, rengê sor ê canfîdayiyekê xuya ye.

Way li vî Sîzîfê bê eman, dad li ser van erkên giran ên YNKebûnê ku taqeta manevrayê û hewesa siyasetê ji te biriye.

Roja şehadetê ye û hinek rawestanê dixwaze, ne tenê ji bo rêzgirtina li xwîna şehîd, belkî ji bo hizirkirina li ser wî barê ku li ser milê ye û te hîn milê xwe nedaye ber. Roja hizirkirinê ye li ser wê yekê ku kengî karwan digihêje «menzîla aramiiyê» bi awayekî ku xwîna din nexwaze û xwîna çemê pêncî salî buhayê hezaran destkeftî û milyonên azadiyan û sedên sedsalan wekhevî û maf bide.

Te zanî çiqas giran e? Te dît çiqas aloz e û çiqas serê wê di mijê de ye ku hewcedarê sedan û hezaran serên bilind e? Hewcedarê artêşeke temam û teyar û komeke mûmtaz a bêhejmar e.

Xwezî hizirkirina li vê dîroka mezin hinekî tûjî û gurrbûna wê kêm bikira û xwezî rawestana li ber gora şehîdekî her tenê rawestana nava merasîmeke rêzgirtinê bûya; xwezî xwedîderketina li xwîna şehîd her tenê ferza şûştina termê pîroz û sirûdê dema xatirxwestinê bûya. Na ezîzan, mijar ji wê mezintir e, kar ji wê stûrtir e ku tu bi hêsanî ji milê xwe bikî.

Roja şehîd e û salnameya şehadetê û şahidedana li ser wefadarîya li hemberî gel e û boneya lêgerîna giştî û taybet e li wateya mêrxasiyê û nûkirina sondê kevin li hemberî ezîzên welat: li hemberî peymana ku te dabû Kurd û axa Kurdistanê.

Ji te tê? Ji min tê? Ji me tê?

PUKMEDIA