Tevgera Kurdî li Sûriyê li ber dû riyan e
Nêrîn 09:57 AM - 2026-11-17
Piştî ku Hêzên Sûriye Demoqratîk û dezgehên wê
yên leşkerî û îdarî, di 25’ê Tebaxa 2025’an de, hatin hilweşandin, ji wê çaxê
ve Herêmên Kurdî li Sûriyê, di valahiyeke giştî re derbaz di be, çimkî saziyên
Rêveberiya Xweser yên ku hatin hilweşandin, tevî kêmasî û şaşiyên wan yên ku
hebûn, karîbûn ji sala 2014’an ve, wê valahiyê dabigirin,lê Hikûmeta Veguhêz nekarîbû
erkên xwe yên îdarî û xizmetguzarî di van herêman de cîbicî bike.
Di pêşiya van erkan de, ku ji hikûmeta hû têne
xwestin, erkê peydakirina avê û eliktirîkê, û nûjenkirina riyan û qutabxana û
navendên tendirustiyê, û peydakirina sûtemeniyê bi nerxên guncaw, û aktîvkirina
dezgihên hikûmî ji bo rêvebirina karûbarê hemwelatiyan, ev qeyran aloztir bûne
piştî piroseya tevlîbûnê û wergirtina rêvebiriya van herêman ji aliyê dewletê
ve.
Ev rewşa dijwar ku hemwelatî têre derbaz dibin
di van herêmên de, gihiştiye astekî êdî nayê pesendkirin, ji ber belavbûna
diyardeya tunebûna derfetên kar, û bilindbûna buhaiyê tiştan, û nizimbûna
buhayê lîreya Sûrî li beramberî bihabûna Dolar.
Her wiha diyardeyên wêranker yên ku piraniya
hemwelatiyan avêtine nav pencên hejariyê, ev ji bilî ku hikûmeta demkî nekarîbû
xizmeta hemwelatiyan bike, di warê avê û eliktirîkê, û sûtemeniya pêwîst, û
nûjenkirina riyan û qutabxanan û navendên tendirustiyê û xestexanan, û
peydakirina dermanan ji hemwelatiyên hejar re, ku hatine hejarkirn bi sedema
piştguhxistinê ji aliyê hikûmetên li dûv hev, û berdewamiya siyasetên Şovînî
yên ku hîna jî berdewamin di van herêman wêrankirî de,eger em babetê sûtemeniyê
wek mînak bibin li ser vê rewşa dijwar ku hemwelatiyên van deveran di zivistanê
de têre derbaz dibin, emê bibînin ku ev hemwelatî di qeyraneke mirovî kujinde
de dijîn, ji ber tunebûna sûtemeniyê bi buhayê arzan, ku di encam de nikarin
pêwîstiyên gerimkirin û veguheztin û bi karanîna alavên çandiniyê bi hemî
şêweyên xwe ve peydabikin, ev ji bilî tunebûna eliktirîkê, û bilindbûna buhayê Ampêran,
ku vê yêkê hiştiye ew li jêderên gerimkirinê yên din bigerin, mîna agirê daran.
Bê guman, bandora qeyrana sûtemeniyê, û
bilindbûna buhayê wê bi vî şêweyê bê ser û ber, li cem babetê gerimkirina malan
bi tenê na sekinê, lê belê hin babetên giring yên din jî di Herêmên Kurdî de
dide ber xwe, û dibe sedema rawestandina karê firnan û alavên elektirîkê û
sekinandina alavên veguhestin û çandiniyê, ji ber ku ev alav bi şêweyekî serekî
bi sûtemeniyê kar dikin, lewma vê yekê jiyana hemwelatiyên Kurd xistiye
metirsiyê de, û bêtir ew ber bi bazinê hejarî û birçîbûn û tunebûnê ve ajotin.
Ev kareseta netewî ya bi serê gelê Kurd
hatiye, ku hîna jî ji piçûktirîn mafê xwe yê netewî bê beşe, û siyasetên Şovînî
û nijadperestî li dijî têne meşandin.
Ev yek Tevgera Kurdî li Sûriyê ber bi dû riyan
ve diajo: Yan divê zû berpirsiyaretiya xwe ya dîrokî hilgire li dijî vê
karesetê, ew jî bi riya nehiştina nakokiyên xwe yên pûç, û komkirina rêzên xwe
û yekxistina gotina xwe di bin sîwana rewayetiya netewî de, ku ji Kofuransa
Kurdî wegirtiye, ya ku di 26’ê Nîsana 2025’an de hatibû li darxistin, û
dozkirina diyalogê ji hikûmeta veguhêz ya li Şamê, û peydakirina derfetê ji bo
beşdariyê bike di avakirina Sûriyake Nenavendî de, ku hebûna gelê Kurd û mafên
wî yên netewî di destûra wê ya nû de were erê kirin, ew jî bi riya sûd
wergirtinê ji helwêsta erênî ya Serok Ehmed Şer’i, û ji piştgîriya navdewletî û
Kurdistanî ku li pişt vê diyalogê bi xurtî di sekinin,yan jî wê hebûna Kurdî
bikeve ber ba û bahozê de.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23



Aplîkêşin

