Biratiya Gelan beriya peywendiya xwînê peywendiyeke wîjdanî û rewiştî ye

Nêrîn 04:40 PM - 2026-11-14
Nivîskar: Welîd Xelîl

Nivîskar: Welîd Xelîl

Biratiya Gelan ji wan peyvane ku mirov herî zêde dibêjin û herî kêm bi kar tînin;gotina wê hêsane û dengê wê di qadên giştî de vedide,lê gava mijar digihîje wateya wê ya rastîn bi awayekî kirdarî,wê demê giran dibe û pêdivî bi berpirsiyarî û wêrekiyê heye.

Biratiya Gelan tenê rewşeke «jiyanek hevbeş û bi hevre bûnê» nîne, belkî wêrekiyeke ji bo cî bi cîkirina wê bi awayekî danpêdan bi Çand, Nasnameya Netewî, Vîna Siyasî , Yeksaniya di navbera hemû pêkhate û Netewan,dibe ku eger bi dehan gel li herêmeke erdnîgarî ya yek tenê bijîn û her yek xwedî ol, bawerî û çanda xwe bin;divê ev gelên ku bi hevre li nav ernîgariyekê dijîn xwedî mafên wekheviyê bin û bi hemû cûdahiyên xwe ve hevdu pesend bikin, wate bi rêza hevre rabin, metirsiyên hevpar parve bikin û li ser bingeha aramî û têgihiştinek hevbeş ava bikin,Biratiya Gelan ji wê derê dest pê dike ku siyaset bibe siyaseteke Civakên Demkratîk ji ber ku ew beşeke ji jiyana bi hevre, ji wê derê ku rengê xwe yê taybet bi rengên cûda re dihele, ew pevçûna dengên cûda ye di dengekî de; ew ne tenê hevsanî û lêborîneke bi diruşmane,erd cîheke berfirehe ku dengê zimanên cûda têde dide û rûyên cûr bi cûr tê de diyar dibin.

 Di vê asoyê de, her gel û miletek xwedî deng û rengekî taybete; carê di straneke folklorîk de,carê di melodiyekê de, û carê jî di nêrîneke bêdeng de.

Biratiya Gelan ew rewşe ku têde ev deng bêyî çewisandin yan êşandina bi hevre dijîn, ew ne tenê hevsanî û lêborîneke bi diruşmane, berevajî wê yekê, daxwazeke kûre ji bo zanîn û naskirinê, ji dîrokê heya îro, bi sedên gel li Rojhilata Navîn jiyane û ziman, çand û baweriyên xwe parastine,lê bi sîstema Kapîtalîzmê re,hewl hat dayîn ku ew gelên ku li heman herêmê bi hevre dijîn li dijî hev werin han dan.

 Wateya Biratiya Gelan tenê bi peywendiya xwînê re sînorkirî nîne; dirûşma Dewlet-Neteweyan – Yek Ziman, Yek Ala, Yek Ol, Yek Çand, armanca wan gelan bû ku bi hevre dijîn û dixwest civakeke pir yekgirtî û yekreng çêbike ku heya îro jî, cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn bûne bazneke agirîn ya rastîn ku tijî alozî û tundûtûjî ye û Dewlet-Netewe û hêzên serdest her demê mijûlî germkirina vî alozî û geşkirina agirê şerê navbera netewan bûne.

Xala bingehîn li vir ewe ku pêwîste Biratiya Gelan bibe helwesteke rewiştî (exlaqî), xwedîbûna vîna (îradeya) sekinandinê li kêleka mafên jin û ciwan û hemû civak û pêkhate û neteweyan yên mafdar û rast, ne li kêleka çînên serdest û kesên bi hêz û zordar.

PUKMEDIA