Qubad Talebanî sabrî Ayûbî nema

Nêrîn 09:39 PM - 2026-11-13
Latîf Nêrweyî

Latîf Nêrweyî

Wisa xuya nake ku li Herêma Kurdistanê ti serkirde yan dewletmedarek hebe ku berpirsiyariyeke hikûmî li ser milê wî be û bi qasî heval Qubad Talebanî bîhnfireh bûbe ji bo pêkanîna yekrêziyê û nehîştina şûnwar û encamên duîdareyiyê. Wekî her dem jî bi kiryar kar ji bo vê armancê kiriye û berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê xistine ser berjewendiyên hizbî yên xwe ve, helbet di vê rêyê de jî, tehemula herî zêde ya rexne û fişarên aliyên hizba xwe, medyaya opozîsyonê û binpêkirin û fişarên (Partî) kiriye.

Ne tenê ew, belkî bi wêrekî berdewam bûye li ser pîne û perokirina kêmasiyên Hikûmeta Herêmê û hewldana bêrawestan ji bo nêzîkkirina navbera Yekîtî û Partî. Lê di dawiyê de sebra Eyûbî nema û bîhnfirehiya xwe danî aliyekî û li ber çavê medyayê û di peyameke fermî de tiştê ku bi salan di bin berîkê de bû xist ser berîkê û komek nehênî eşkere kirin ku ev demeke dirêj bû di nava dilê xwe de arşîv kiribûn. Rastiyeke tal jî xist ber çavan ku êdî Herêma Kurdistanê bi modela niha ya hikûmraniyê nayê birêvebirin û li vî welatî tiştek bi navê yekîdareyê nîne. Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê pêdivî bi modelek nû ya hikûmraniyê heye ku bikaribe aramî û xizmetguzariyên pir-alî ji bo welatiyan bêyî cudahî dabîn bike.

Ev rêya rast e ji bo rewşa niha ya Herêmê û li şûna propaganda, tomet, çêkirina senaryoyên ecêb û dirûşmên mezin ên bê naverok, divê hemû alî bi giyanekî berpirsiyane bifikirin ku çareseriyeke bingehîn ji bo rewşa niha ya Herêmê bibînin, ne ku her li ser heman rîtm û awaza berê berdewam bin.

PUKMEDIA