Herêma Sor
Nêrîn 10:12 AM - 2026-11-12
Rengê sor ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên din ên cîhanê,
di encama şoreş û têkoşîna çekdarî û qurbaniyê de bûye nîşan, ku ji bo
rizgarkirin û bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşiyane.
Sor ne tenê rengek e, belku nîşanek e ji bo xwîna şehîdan û
destkeftiyên bi xwînê hatine bidestxistin, ji ber vê yekê gava Serok (Bafil)
têgîna "Herêma Sor" bi kar tîne, dibêje ku rengê vê herêmê ne zere û
ne jî keske, belku yek reng e; ew reng jî rengê xwîna şehîdan e.
Ev tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê yek herêm û yek qeware
ye û ew qeware bi bexşîna çemekî xwînê hatiye pêkanîn. YNKê jî ew hêz e ku di
wê karwanê de herî zêde qurbanî daye, lewra bi "Hizba şehîdan" tê
naskirin û herî zêde şehîdên serkirde jî dîsa ser bi YNKê ne. Ji ber vê yekê,
parastina qewareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê
ve stratejiyeke neguhêr e û di wê pêvajoyê de siyaseteke nerm û aqilane
dimeşîne; û 16 caran serdana Serok Bafil bo Hewlêrê piştrastkirina vê rastiyê
ye.
Lê belê rastiyek heye ku di vê demê de li vê herêmê du
ezmûnên cuda di pêşbaziyê de ne û carinan jî di nava nakokiyê de ne; ew jî ezmûna
biryardana tek partiyekê û tek-reng li îdareyên xwecihî yên parêzgehên Hewlêr û
Duhokê, û ezmûna pirrengî û fireh rengiyê li parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê, hewldana
ji bo parastin û xurtkirina ezmûna pirrengî û fireh rengiyê li devera kesk bi
ti awayî nîşana çêkirina metirsiyê li ser qewareya Herêma Kurdistanê nîne û ne
bazdanek e ber bi çespandina du îdariyê ve.
Hewldana ji bo çespandina yeksanî û dadperweriyê û baştir xizmetkirina welatiyan gef nîne li ser qewareya herêmê.
Biryardana ji bo nehêştina cudahiya di navbera bajar, şaredarî, zanîngeh, peymangeh, nexweşxane, navçe û bajarokên herêmê de, ne tenê herêmê parçe nake, belkî mîsogera parastin û xurtkirina qewareya Herêma Kurdistanê dike.
Hewldana ji bo dabeşkirina desthilatê di navbera navend û parêzgehan de heta digihîje bajarokan, ev dibe bingeha xurtkirina herêmê ne ku çêkirina gefan li ser qewareya herêma me.
Biryardana ji bo cîbicîkirina sîstema sazûmanî û serweriya qanûnê û hevsengiya desthilatê û birêvebirina pirrengiyê, ev ne ku tenê metirsiyê li ser yekparçeyiya herêmê nake, belku dibe mîsogera parastina qewareya herêmê.
Pêşîgirtina li biryardana tek alî û çespandina tewafûqa siyasî û lihevkirina niştimanî, pêngaveke erênî ye di pêvajoya parastina qewareya Herêma Kurdistanê de.
Li vir wekî mînak em behsa model û ezmûna hukumraniyê li du
welatên herêmî û cîhanî dikin, ku Îmarata Erebî û welatê Swîsreyê ne. Ev her du
welatên fîderal pêkhate û firehiya erdnîgariya xwe li ser kantonan dabeş
kirine; Îmarata Erebî ji (7) kantonan û welatê Swîsreyê jî ji (26) kantonan pêk
tê û desthilat li ser kantonan hatine dabeşkirin. Ezmûna wan a rêveberî du ji
nimûneyên herî serkeftî yên birêvebirina pirrengî û dewletdariyê ne li cîhanê.
Ev her du sîstem ne tenê metirsî û ziyan li ser yekparçeyiya wan her du welatan
çênekirine, belku sedema sereke ya mayîndebûna aramiya îdarî, siyasî, civakî,
aborî û xurtbûna wan her du welatan in.
-Li welatê Swîsreyê desthilat bi awayekî li ser
kantonan hatiye xwarê ku tu dever, bajar û pêkhateyek hîs bi nadadperwerî,
qorixkarî û bêxwedîkirinê nake.
-Tu biryareke girîng li wî welatî bêyî razîbûna
kantonan nayê dayîn.
-Li welatê Îmaratê jî bi heman awayî hevsengiya
desthilatê di navbera navend û kantonan de bi awayekî hevseng daketiye xwarê di
warên (aborî, bazirganî, qanûnî, navxweyî, pêşvebirin û warên din de) û her
kantonek di wan waran de xwedî pêge, taybetmendî û desthilateke berfireh e.
Welatiyên sînorê vê modela hukumraniyê li Îmaratê û dabeşkirina desthilatê, ne
ku bû sedema lawazî û perçebûnê, belku karî pêgeha wî welatî di pêşketin, xizmetguzarî
û dadperweriyê de xurtir bike.
Ji ber vê yekê, ji nêrîna têgihiştineke kûr a rewşa herêmê û
dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo rewşê, siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd
Osman di wê baweriyê de ye ku baştirîn çareserî ji bo rewşa herêmê çêkirina
du kantonan e li Herêma Kurdistanê. Ew jî di wê baweriyê de ye ku dabeşkirina
desthilatê ne ku metirsiyê çêdike, belku Herêma Kurdistanê ber bi peraveke aram
û seqamgîr ve dibe.
Ev peyama fermî ya Dr. Mehmûd Osman ku li jêdereke
navneteweyî hatiye belavkirin, bersivek e ji bo wan dengan ku ji rastiyan
direvin û dixwazin bi çêkirina hinek senaryoyên xeyalî û belavkirina
propagandayên ne di cih de pirsgirêkan binixumînin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23



Aplîkêşin

