Mozexaneya Şoreşa Nû

Nêrîn 03:08 PM - 2026-11-02
Letîf Nêrweyî

Letîf Nêrweyî

Bîroke Projeya Jimare (1)

Di jiyana her neteweyekî de, Mozexaneya şoreşê tenê arşîveke di depoyan de veşartî ya rabirdûyê nîne, belkû peykerekî zindî yê wêrekî û fedakariya gelan e ku bi xwîn û îradeyê dîrokê hatiye nivîsandinê, ev cure navend û mozexane pirekî mezinin di navbera nifşê berê û yê îroyîn de; tê de çîroka zehmetiyan, berxwedan û êrîşên lehengî bi awayekî tijî hest û sembolîk tên parastin, da ku bîranînên neteweyî tu carî ji bîr nebe. Hebûna vê mozexaneyê ji bo Kurd û Yekîtiyê (YNK)ê wê bibe bîrxistineke herdemî ku azadî û serxwebûn bi hêsanî nehatine bidestxistin, belkû li hemberî nirxên bilind qurbaniyeke bêhempa hatiye kirin.

Helbet piraniya wan partiyên şoreşger ên cîhanê ku xwedî dîrokeke dûr û dirêj a tekoşîna çekdarî û siyasî bûn di binavê rizgarkirina welatên xwe de û rola wan hebû di avakirina welatên xwe de, piştî serkeftina şoreşa xwe mozexaneyên taybet bi dîroka tekoşîna şoreşa xwe çêkirine; wekî mînak li welatên cîhanê (Amêrîka, Çîn, Viyetnam, Îran, Kuba, Almanya, Brîtanya, Filîstîn, Cezayîr) û çendîn welatên din.

Şoreşa Nû ya gelê me bi pêşengiya (YNK)ê ku şoreşeke (çekdarî, siyasî, fîkrî, civakî) bû, wekî yek ji şoreşên herî dirêj, bandorker û tijî destkeftî yên gelê Kurdistanê tê dîtin ku qewareya Herêma Kurdistanê û çespandina sîstema federal di Destûra Îraqa nû de li dû xwe anî.

Lewma ev şoreş wekî şoreşên din ên cîhanê pêdivî bi mozexaneyeke taybet heye.

Armancên Mozexaneyê:

-Parastin û zindîhiştina arşîv, belgename, alav, amûr û hin çekên wê serdemê.
-Di mozexaneyê de wêne bi xwe dipeyivin.
-Wêneyên endamên desteya damezirêner.
-Wêneyên şehîdên serkirde û fermandarên leşkerî yên serdema Şoreşa Nû.
-Hilawêstina nivîsên peyamên wê serdemê.
-Nivîsa daxuyaniya damezirandina (Y.N.K) bi çend zimanan û daliqandina peyamê bi şêweyekî tablo.
-Wêneyê cihê damezirandina YNKê û sala damezirandinê.
-Nîşandana wêneyên wan amûr, kelûpel, alav, çek û amûrên peywendiyê yên wê serdemê.
-Nîşandana cîhaz, amûr, mîkser û kelûpelên radyoyê yên qonaxa şoreşê.
-Nîşandana hemû ew govar, rojname û pirtûkên ku di serdema Şoreşa Nû de hatine belavkirin, herwiha ew ronyu, stênsil û amûrên çapê yên çapxaneyên şoreşê ku di wê serdemê de hatine bikaranîn.
-Nîşandana nivîsa peyamên serdema şoreşê (daxuyanî, peyam, bangawez, agahdarî, biruskên giring).
-Nîşandana çalakiyên Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê.
-Nîşandana belgenameyên vîdyoyî yên wê serdemê.
-Nîşandana wêneyên cihê baregeha Heval Sekreterê Giştî û Mekteba Siyasî li cihên cuda yên serdema şoreşê.
-Belavkirina peyamên Heval Sekreterê Giştî bi şêweya (vîdyoyî) an dengî.
-Pêşandana rê û peykera Encumena Gundan, ku di bi saya şoreşê de hatibûn hilbijartin.
-Nîşandana nexşeya navçeyên rizgarkirî yên wê serdemê.
--Nîşandana peykera leşkerî ya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û corên tekoşîna wê qonaxa dîrokî.
-Nîşandana wêneyê Nexweşxaneya Şoreşê, Dadgeha Şoreşê, Tîpa Hunerî ya Şoreşê, Xwendingehên şoreşê, Rêxistinên jinan, mamoste, nivîskar û yên din.
-Tomarkirina navê hemû şehîdên Şoreşa Nû di mozexaneyê de bi rêya dîwarbendekê.
-Belavkirina çalakiyên Hêza Pêşmerge bi rêya deng, ku di dema xwe de ji aliyê bêjerên Îzgeha Dengê Gelê Kurdistanê ve hatine xwendin.
- Nîşandana ew hejmarên ku bi dizî û şîfre dihatin bikaranîn û li ser radyoyê dihatin belavkirin ji bo agahdarkirina Hêza Pêşmerge û peywendîkirina bi rêxistina veşartî re.
-Nîşandana nivîsa destanên Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê.

Girîngiya Mozexaneyê:

-Wê bibe navendeke giring a parastina dîroka Şoreşa Nû û YNKê, û nifş bi nifş bi awayê (dîtbarî, bihistbarî, xwendinî) bi dîroka Şoreşa Nû re dê bên naskirin.
-Wê bibe çavkaniyeke giring û li ber dest ji bo lêkolîneran.
-Şandên mêvan bi serdana mozexaneyê re dê bi dîroka Şoreşa Nû û tekoşîna xelkê Kurdistanê re bên naskirin.
-Wê bibe navendeke giring ji bo geştên zanistî yên xwendekarên peymangeh û kolêjan.
-Hîn wekî pêwîst dîroka YNKê û Şoreşa Nû nehatiye nivîsandin; ev mozexane dê bibe navendeke sereke ji bo komkirina hemû kelûpel û belgenameyên taybet bi bûyerên serdema Şoreşa Nû.
-Têkoşerên dêrîn ên YNKê û nifşên wan bi vekirina wê mozexaneyê dê serbilindiyê bi rabirdûya xwe bikin.
-Ev beşekî giring ê dîroka tevgera rizgarigeriya gelê Kurdistanê ye ku bi rêya mozexaneyê bê rêxistin û bi zindî dimîne.
-Polênkirina beşên mozexaneyê (siyasî, leşkerî, şehîdan, rêxistina veşartî, dadgeha şoreşê, ragihandin, perwerdeyî, rêxistinî û yên din).
-Giringiyeke din a mozexaneyê ew e  ku, wekî ku li "Emnesûreke" ya bajarê Silêmaniyê li ser destê jina siyasetmedar û şoreşger Hêro Îbrahîm Ehmed hatiye vekirin, ew jî komkirina wan belgenameyan e ku taybet in bi tawanên rejîma Bais ku li dijî gelê Kurdistanê hatine encamdan.

Bîrokeya Projeyê:
-Bîroka vê projeyê ji wê yekê derketiye holê ku min du caran li welatê Çînê serdana Mozexaneya taybet bi Partiya Komunîst a wî welatî kiriye û ew yek ji mozexaneyên giring û balkêş e; bandora mozexaneyê jî di wê yekê de ye ku tiştê bi çavan tê dîtin bandoreke demdirêjtir çêdike.

Di dawiyê de, em hêvîdar in ku ev bîroka projeyê bibe ciyê razîbûnê û karê pêwîst li ser bê kirin, ji ber ku ev beşekî giring ê dîroka gelê me ye ku di qonaxeke zehmet û dijwar de hatiye tomarkirin, û herwiha bibe pirse babetek ji bo gotûbêjên hevalane û dewlemendkirina projeya Mozexaneya Şoreşa Nû.

PUKMEDIA