Silavek ji bo bîranîna Qezafî

Nêrîn 11:28 AM - 2026-10-31
Stran Ebdulah

Stran Ebdulah

Gelek kes li cîhanê hene ku parêzirvaniyê ji demokrasiyê, azadiyê û lîberalîzmê re dikin, lewra ji têkçûn û ketina van çemkan netirsin; maşalah lê bê, piştî Bihara Erebî û biharên din, em dibînin ku demokrasî jê diherike û tirêlaya erzaqê azadiyê jî qelebalixiyeke wisa çêkiriye ku ji ber zêdexwarinê em berçifîne.

Lê belê kêm in, pir kêm in ew kesên ku parêzirvanî ji Kurdistanê û ji mafê neteweya belengaz û  zulimlêkirî yê Kurd re kiriye û dikin, wekî ku Kolonêl Qezafî, serokê berê yê Lîbyayê kirî.

Lewra bê dudilî, ez silavan li bîranîna Qezafî dikim ku di vê cîhana bêbav û bêheya ya sedsala bîstan de, ku çavên xwe li hember qirkirin û jenosîda Kurd girtibûn, wî çavên xwe li neyarên Kurd sor kirin û piştgiriya me kir.

Niha jî ji bo min ê Kurd, pîvana dadmendî û demokrasiyê û hemû nirxên xweşik ên mirovahiyê, pîvana nêrîna wan e li hember mafê neteweya min û ew zulma ku li navçeyê lê tê kirin.

Îca, demokrasi û azadî ji bo çi lazim in eger ji destê duyem ve? Ji wan bistînim ku înkaran li Kurdbûnê dikin? Ez bixwe di pirtûkan de dixwînim û bi kiryarî jî li kîjan erdnîgariyê ji destê min bê ez pêk tînim û rahênana yogaya dûrketinê ji mêla sîtem û dîktatoriyê dikim.

Rêza min ji bo gelê Lîbyayê jî heye û hêvî dikim ku bigihîje hemû daxwazên xwe yên ku di wê baweriyê de ye serdema Qezafî negihîştibûyê. Lê belê ji bo Kurdistanê, nêrîna Mam Celal rastir bû ku dema min di ciwanî û destpêka nivîsîna xwe de tirs û rexne li Kolonêl Qezafî girt, ji min re got: "Tu teqlîda rojnamegeriya Libnanî dikî, dena hevalên wekî Qezafî degmenin."

Silav li bîranîna Serok Mam Celal û serkirdeyê Lîbyayî Qezafî.

Bi hêviya bicîhatina azadî û demokrasiyê ji bo gelê Kurd û gelê Lîbyaya cîran a dûr.

PUKMEDIA