Ey Pakrawanên Azadiyê…

Nêrîn 05:34 PM - 2026-10-07
Welîd Hemîd Xelîl

Welîd Hemîd Xelîl

Ji min dipirsin çima tu digirî?

Were em kêfxweş bibin.

Ew dengê dilê te nas nakin.

Giyanê min ji pirsan westiyaye,

Ji ber ku her hêstirek destpêka dûrketinekê ye.

Ma ev hemû hêjayî wê ye?

Ew her ji min dipirsin,

Ew agirê ku di hundirê min de dişewite tênagihin.

Ev qîrîna bê deng ku ji çavên min diherike,

Roja hêviyê di dilê min de diçe ava.

Xwezî min bizanibûya çima digirîm,

Peyv têrê nedikirin ku wê rave bikin.

Carinan mirov ji hilgirtina barê çarenûsê bi tena serê xwe westiya dibe.

Bila hêsirên min wekî lehiyan biherikin.

Ji kerma xwe pirsên din ne pirse,

Ma tu dixwazî ez li ser gorên şehîdên

Efrîn,

 Şêx Meqsûd,

Qamişlo,

 Kobanê,

 Karesta Hekarî ,

 Geliyê Zîlan,

 Dêrsim,

 Qeladizê,

 Kimyaberana Helebce û bi hezaran komkujiyên din...

Şahiyan bikim û govendê bigerînim?

Bese êdî birîna min ji nû ve veneke.

Hêstirên min zimanê dilê min yê şikestî ye;

Min ji bo vê êşê çi dermanek nedîtiye.


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket