Mam Celal û Damezrandina Yekemîn Partiya Kurdî li Sûriyê

Nêrîn 02:37 PM - 2026-10-04
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

 Bi boneya (9).mîn salvegera koça dawî ya Rêberê Kurdistanî yê Karêzmî, û serokê Îraqa Fêdralî, Celal Talebanî,ku mîratekî giranbuha û ezmûneke dewlemend li şûna xwe hiştiye, û bûye ciyê şahnaziyê li cem gelê Kurd di tevaya kurdistanê de;pêwîste em rola wî ya dîrokî di bîra xwe bînin, ku di damezrandina yekemîn Partiya Kurdî de lîstiya li Sûriyê.

 Her weke Nûredîn Zaza,bi xwe di pirtûka xwe de (Jiyana Min ya Kurdî), ku bi zimanê Firensî hatiye belavkirin di 1993.an de, dibêje: (Celal Talebanî, ku ew yek ji diyartirîn serkirdeyên PDK-Îraq bû, û di wê demê de penaberê siyasî bû li Sûriyê, û me bi hevre beşdarî dikir di lêkolînan de li ser destûra bingihîn ya Partiya wî (PDK), û me bi hevre ew destûr berawird dikir bi rewşa Kurdî re li Sûriyê, bi armanca damezrandina Partiyeke Kurdî ku guncaw be bi rewşa Kurdî re li Sûriyê, û ev hêvî hate cîbicîkirin di dawiya 1957.an de.

 Mam Celal hemî hewildanên xwe dikirin ji bo razîkirina Rêxistin û Komeleyên Kurdî yên ku hebûn, daku xwe hilweşînin û tevlî Partiya nû bibin û Samî Namî di pirtûka xwe de (Dîmenên ji Dîroka Winda), ku bi Kurdî hatiye belavkirin di 2000.an de, dibêje: Mam Celal û Zaza gihiştibûn Qamişlo di 1957.an de, ji bo pêwendiyan bikin bi kesayetî û komeleyên Kurdî re li Cizîrê, mîna Komeleya Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriyê, û razîkirina wan ji bo derbazî nav rêzên partiya nû bibin û Samî dibêje: (Dema ku Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê, hatiye damezrandin, wê çaxê Zaza xwendina xwe li Siwîsere bi dawî anî bû, û nû hatibû Sûriyê, û di wê demê de Talebanî jî xwendina xwe di Kolêja Yasa de li zanîngeha Şamê berdewam dikir û herdû têkoşeran bi roleke karîger rabûn ji bo civandina hemî rêxistinên Kurdî li Sûriyê di nav yek partiyê de, û her ji bo vê mebestê herdû gihiştibûn Qamişloyê di 28.11.1957.an de..). Mamosta Hemîd Derwîş jî digot:Pêwîste Mam Celal were hijmartin yek ji damezrênerên yekem Partiya Kurdî li Sûriyê, weke rêzgirtinekê ji rola wî ya serekî re di damezrandina vê partiyê de, di demekê de ku desthilata Şofînî û aliyên Kosmopolîtî, bi hemî karîbûna xwe li dijî avakirina Partiyeke Kurdî li Sûriyê disekinîn û berê Kurdan ber bi Partiyên Kurdistanê ve diajotin,lê Mam Celal serê xwe ji wan fişaran re ne danî, û berdewam bû di handana avakirina wê partiyê de.

 Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen) de, dibêje ku di hevdîtinekê de, bi Ebdul Hemîd Serac re, li Şamê di 1957.an de; Serac jêre dibêje ew amadeye alîkariya Kurdan bike li Îraq û Îran û Turkiye;lê derbarê Sûriyê pêşniyarek ya Serac ya din hebû, ew jî ew bû ku wî digot: Erdnîgariya Kurdên Sûriyê ne yekparçe ye, û hejmara wan kême û Serac hebûna Partiyeke Kurdistanî Turkî baş didît, û digot:Baştire baregehên wê partiyê di nav xaka Sûriyê de werin avakirin ji bo ku Kurdên Sûriyê jî li dor xwe kom bike.

 Birastî Mam Celal têkoşerekî Kurdistanî bû, û cihê tiliya wî di Xebata Tevgera Kurdistanî de diyare û tiştê ku Samî Namî gotiye vê rastiyê dûpat dike, ku dibêje çaxê Mam Celal gihiştiye Qamişlo, Silêmanê Haco gotinek pêşkêş kiriye û bi germî pêşwazî lê kiriye, û ew wek mêhvanekî xweşewîst ji Kurdistan Îraqê bi nav kiriye, û ji Mam Celal xwestiye ew jî gotinekê bibêje, Mam Celal di gotina xwe de sipasiya beşdaran kiriye, û gotiye: Ez ne mêhvanim, ez îro li mala xwe me,di nav xizim û hevalên xwe de me û dema ku Kurdek ji beşekî Kurdistanê biçe beşê din, mîna ku ji odekê biçe odeya xwe ya din.

30.10.2026

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket