Di bîranîna koçkirina Serok Mam Celal de
Nêrîn 02:44 PM - 2026-10-03
Bi babeta bîranîna Nehemîn koçkirina serok Mam Celal ez vê kurte nasînê
li ser rêveçûna wî ya xebatkarî diyarî xebatkarên "Yekîtî Niştimanî
Kurdistan" û "Partiya Pêşverû" dikim, herwiha ez diyarî hemû
hezkiriyên serok Mam Celal dikim.
Heval Mam Celal di / 12 / 11 / sala 1933an de, li Başûrê Kurdistanê li gundê
Kelekan ya ser bi navçeya Koyê girêdayî Dukanê ve ji dayîk bûye.
Xwendina xwe
ya destpêkê û navîn li Koyê û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedandiye.
Di buhara jiyana xwe de Talebanî derbazî nav xebata rêzanî bûye, ew di sala
1951.an de weke Endamê Komîta Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin.
Di 1953.an
de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina zagonsaziyê kiriye û digel hinek
hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezrandiye.
Di sala 1956.an de ji ber xebata xwe ya rêzanî dest ji xwendinê berda.
Di sala 1961.an de digel Mile Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir, piştre
ji ber cudabûna bîr û baweriyên rêzanî di navbera wî û Barzanî de di sala1964.an
de ji PDK cuda bû û "Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê" damezirand.
Piştî têkçûna Peymana 11’ê Avdarê di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala
1975.an de, Mam Celal û hejmarek ji tekoşer û pêşengên Kurd "Yekîtî
Niştimanî Kurdistan" damezrandin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û
aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , piştî salekê ji
damezrandina xwe şoreşa Kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Îraqê ragihand û
Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Hisên û rêjîma wî ya faşî barand.
Di wê xebata şoreşgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên
gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê şoreşê Rizgariya Kurdistana Başûr û avakirina sîstemeke
federal bû.
Heval Mam Celal, Mamoste û Pêşmergeyê gelê xwe bû
wek hemû kes dizane ku di sala 1991.an de li bajarê Raniye , li başûrê
Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Beis rabû, di encamê de gelê Kurd
dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek
pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildana dîrokî kirin;lê di rastiya wê de,
endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û şiyana xwe herdem amade bû.
Her weha endazayarê wê raperînê jî heval Mam
Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li
hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke dîrokî bû, her wiha xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi
bêje û çi binivîse her kêm dibêje ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya Kurdayetî
û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji çiyayên Kurdistanê me bibe koşka komariya
ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Îraqiyekî re lêborîn
derxistibû ji bilî serok Mam Celal.
Peywendiyên me bi heval Mam Celal re
Peywendiyên herdu partiyên me (Partiya Demoqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ,
û Yekîtî Niştimanî Kurdistan) pweywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan
berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêş û nemirin
heval Hemîd Derwîş û heval Mam Celal e, bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira
tekez kirine li ser piştgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên
Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya Kurdî li Kurdistana
Sûriyê, di vê derbarê de gelek karin hevbeş me bi hevre kirine wek komîta
hevrêziya Kurdistanî û bereya kurdistanî di sala (1980).an de ya ku partiya me
, Yekîtî Niştimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst ya Kurdistan , Partî Demoqrat ya
Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên
Komonîst ya Sûrî û Îraqî.
Rola heval Mam Celal berçav bû di nêzîkbûna aliyên Kurd û yekrêziya Kurdî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêş , dilsoz û hişmend bû, bi dirêjahiya salan di
xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êş û azaran hat û bi salan ew ji welêt
koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma faşist biryar nedida ku Mam Celal
vegere ser axa niştîman , lewre piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên û dema ku
tevgera rêzaniya Îraqî bi seranser û ya Kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin
wek serokê komara Îraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û
bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û Kurdistana Başûr bû , bandora
wê ya erênî li ser hemû parçeyên Kurdistanê bû.
Di bîranîna Nehemîn ji koçkirina wî bi dilekî xemgîn ez dibêjim :Mam Celal tu
namirî û tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî,mirina Mamê me ne tenê zirara
Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Kurdistana Başûr bû û hew , lê belê mezintirîn
zirar bû ji her çar parçeyên Kurdistan û ji tevahiya Tevgera Azadîxwaza
Kudistanê re.
Bila serê gelê Kurd xweş be
Bila xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan xweş bin
Sed silav li giyanê te ey mîrê diplomasiya kurdî
Heleb /03 / 10 / 2026 Z - 2638 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
PUKMEDA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

