Reşbîn nebin;hîna jî nîvê perdaxê tijeye ji hêviyan

Nêrîn 01:13 PM - 2026-10-02
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Hevdem bi paşketina rola Tevgera Kurdî li Sûriyê, û belavbûna rêzên wê û derçûna doseya pirsa Kurdî ji nav destê nûnerên wê yên rasteqîne, em dibînin ku baznê reşbînî û bê umîdiyê di nav girseya kurdî de berferehtir bûye, bi taybet di nav nifşê xortan de, û dipirsin: Tevgera Kurdî li Sûriyê di dema (70)’salan de, çi xebat kiriye?Çi dikare bike di demekê de ku nêzîke derfetên dîrokî ji dest bide, ev derfetên ku jêre hatine peydakirin di van (15)’ salên dawiyê de?

 Bê guman di nav van reşbîniyan de hindek kes hene ku dixwazin Tevgera Kurdî li Sûriyê bi serkeve, û bi durustî rola xwe bilîze. Helbet ji mafê wan kesane ku bi rola xwe ya çavdêriyê rabin û Tevgerê bişopênin û rexne bikin û jê daxwaz bikin ku şaştiyên xwe rast bike û xebata xwe baştir bi rêve bibe daku li astê van guhertinên bingehîn be, ku sedsala bîst û yekê ew bi xwe re anîne;lê hindek kes jî hene ku gelekî bi kîn dixwazin xebata vê Tevgerê reş bikin û wê nehêlin û ji nav bibin, û tolê ji serkirdayetiya wê bistînin, ev serkirdayetiya ku bi mêrxasî û bi hemî karîbûna xwe kar kiriye ji bo agirê xebatê geş bimîne û venemire û xebata xwe bi dijwarî berdewam kiriye di navbera çakûçê siyasetên Şofînî û pirojeyên nijadperestî de, ku rêjîmên diktatorî yên li dûv hev li ser meşiyane ji bo nehiştina hebûna Kurdan, û Sindiyana aliyên xapînoker ku qumarê bi çarenivîsa gelê Kurd kirine û hîna jî dikin, û yên ku bi berdewamî diruşmên ne riyalist dibêjin, mîna diruşma (Azadkirin û Yekxistin Kurdistan), û ferhikirina sînorê Kurdistan ta ser derya, û bi erzanî behana dixine destê aliyên Şofînî de, yên ku Pirsa Kurdî weke girêkek ya Penceşêrê dibînin, û tu çareseriyê jêre nabînin ji bilî birîna wê ji kokê ve. Tevgera Kurdî li Sûriyê dest bi xebata xwe kiriye, bi destpêka yêkemîn partiya siyasî kurdî’re, ku di (14.6.1957)’de, li Sûriyê hatiye damezrandin li ser destê girûpeke siyasî û ronakbîrên Kurd bi serokatiya Nûredîn Zaza, ku pabendbûn bi siyasetên babetî, û terazû bi hûrî radigirtin di navbera herdû rehendên (Netewî û Nîştimanî)’de, û xebata xwe di bin diruşmên riyalist de berdewam dikirin, ku taybetmendiyên gelê xwe li ber çavan digirtin, û doza wan jî her bi destxistina mafên Siyasî û Çandî û Civakî bû; lewma vê tevgerê karîbû girseya Kurdî şiyar bike, û bîra Netewî di nav rêzên wê de belav bike, ku di nav paşketin û nezaniyê de nuqim bibû, û ji piçûktirîn derfetên jiyana bi rûmet bê beş mabû,êdî rêxistinên vê tevgerê zû di nav girseyê de bi berferehî belav bibûn mîna belavbûna agir di nav pûş de,lê wan aliyên zikreş ku bi wan nexweş bû bibînin Tevgera Kurdî bi şêweyekî dirust dest bi karê xwe bik,lewma ew alî zû ketin amadebaşiyê de, û li pêşiya xebata tevgerê sekinîn.

 Di dema ku Şofînistan Tevgera Kurdî bi cûdaxwziyê û bi parçekirina welat û avakirina Isra’îla Duyem tawanbar dikirin, di wê demê de xwediyê diruşmên qelew mijîlbûn bi çandina veyrûsa parçebûnê di laşê Tevger Kurdî de û rê digirtin li pêşiya avakirina kesayetiya wê ya taybet û serbixwe, her wiha bi xurtî li pêşiya hemî siyastemedarên Kurd yên karêzmî, û kadirên rêxistinî yên diyar di sekinîn, û mixabin wan Şofînistan bi serkeftî karîbûn wan xebatkarên bi nav û deng pûç û bê rol bikin û tiştê ku bi serê Nûredîn Zaza hat, tê hijmartin wek xeraptirîn nimûne ji vê diyardeya kujinde re,piştî bêtir ji (60) salan ji xebata netewî ya dijwar, û nêzîkî (15) salan ji qeyrana Sûriyê ya wêranker, em îro li ber duriyaneke metirsîdar disekinin, ku ew aliyên Şofînî û xwediyê diruşmên qelew miletê me ajotine ber yek ji van herdû bijardeyan:

 Yan emê razî bibin bi tiştên ku li ser erdê bi rêve diçe, û emê erê bikin li ser Pêvajoya Tevlîbûnê bi şêweyê ku heye.

 Yan jî divê em vegerin Xala Sifir, û werin şemitandin ber bi şerekî navxweyî, ku di encamê de hebûna Kurdî li ser erdê bi yekcarî nemîne,lê tevî vê yekê, hîna jî nîvê perdaxê tijeye ji hêviyan, û hîç riyek tuneye ji bilî parastina Tevgera Kurdî li Sûriyê, bi başî û ne başiyên wê ve, ew jî bi riya saxkirina derencamên Konfransa 26 Nîsan ya sala 2025.an, ku pêngaveke dîrokî bû ber bi danîna kevirê pêşî yê avakirina kesayetiya taybet û yasayî ya Tevgera Kurdî li Sûriyê û xwe bi hêzkirin bi şeriyet û rewayetiya vî konfransê ku ta asteke baş alîkare ji bo parastina biriyara wê ya serbixwe, û karkirin bi yek dengî û bi yek helwestê ji bo sûdê wergirin ji wan destkeftiyên çandî û ziman yên kêm ku di Biryarnameya (Mersûma) (13)’de hatine destnîşankirin, û temam kirina wan bi mafên siyasî, û erêkirina hebûna gelê Kurd wek duyem mezintirîn netew li welat, û nivîsandina wan mafan di destûra nû de.

 30.09.2026

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket