Kî dê deynê Mam Celal bide?
Kurdistan 11:28 AM - 2026-09-30
Di salvegera nehemîn a koça dawî ya Serok Mam Celal de,
bîranîna wî rêberê welatparêz û karîzmatîk vegereke ji bo ruhê pêkvejiyanê,
hikmet û mirovdostiyê di qada siyasî ya Kurdistanê û Êraqê de, ji ber ku Mam
Celal ne tenê serkirdayekî siyasî bû, belkî mamoste û rêberê aştiyê û
penageheke mayînde bû ji bo gişt hêz û aliyên ciyawaz, ku di qonaxên herî giran
û tarî de bi ken û bîhnfirehiya xwe ya mezin çareserî didît û her tim bi
baweriyeke kûr rêbaza diyalog û pêkvejiyanê di nava xwe de dijiya.
Di vê bîranînê de, anîna zimanê pirsiyarê û bîrxistina wê di
hişê komek kesayetiyên desthilatdar, saziyên hikûmî û dostên nêzîk ên Serok Mam
Celal de pêdivî ye, ku deynekî girîng, dîrokî û exlaqî li ser milên wan heye û
dema wê hatiye ku deynê Mam Celal bidin. Helbet, ew kesên ku pêdivî ye deynê
Mam Celal bidin du beş in, beşek ji wan li Herêma Kurdistanê ne û beşa duyemîn
jî li Bexdayê ne.
Beşa Kurdistanê ev in:
Berêz
Serokê Herêma Kurdistanê, ku dostekî nêzîk ê Mam Celal bû, erkê dayîna
deynî li herêmê zêdetir dikeve ser milê wî.
Wezareta
Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Komîteya taybet a bi nivîsîna dîroka
gelê me di pirtûkên bernameya xwendinê de.
Gişt
ew serkird, rewşenbîr, dîroknas, nivîskar û akademîsyenên ku hevalên Mam
Celal bûn.
Serkirdetiya
partiya Mam Celal (Yekîtî).
Beşa Bexdayê jî bi vî rengî ne:
Berêz
Serokwezîrê Hikûmeta Federal.
Wezareta
Perwerdehiyê.
Deyn çi ye?
Li gorî gişt merc û pîvanên zanistî yên nivîsîna dîrokê be
Weke
serkirdayetî û rêberekî welatparêz ê Kurdistanî û Îraqî.
Weke
yekem Serokkomarê hilbijartî yê Îraqa nû.
Weke
yekem Serokkomarê Kurd.
Weke
ew serokê ku li asta Kurdistanî, Îraqî û navneteweyî li ser wî
lihevkirineke hevbeş û hevseng hebû.
Weke
bavê lihevkirina nîştimanî, aştiyê, lêborînê û parêzvanê mafên hemû
pêkhateyên Îraqê.
Weke
serokekî kûrkirî di siyasetê de û xwedî dîplomasiyeke nerm û bîrmend.
Weke
serokekî ku pêşengiya şoreşeke mezin û demdirêj a gelê Kurdistanê kiriye û
heta kêliyên dawî yên jiyana xwe xizmeta gelê xwe kiriye.
Weke
van hemûyan û gelek tiştên din, ji aliyekî ve mafê wî ye ku wekî serokên
navdar ên cîhanê, dîroka wî ya pirreng di nava bernameya xwendinê ya
dibistanan de bê tomarkirin, û ji aliyekî din ve mafê xwendekên Herêma
Kurdistanê û Îraqê jî heye ku bi aliyên dîrokî yên têkoşîna Mam Celal re
bibin xwedî nasîn.
Tomarkirina
vê dîrokê di bernameyên xwendinê de erkêkî nîştimanî, dîrokî û exlaqî ye
li ser milê her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, û divê
ev babet li asta herêmê neyê tevlîhevkirin bi nakokiyên hizbî re. Herwiha
nayê qebûlkirin ku li asta Bexdayê jî ev babet bikeve nava nakokiyên
neteweyî û wekî her tim Serok Mam Celal bixwe gotiye: "Ez malê
hemûyan im".
Divê
vê carê û piştî vê pirsê em li bendê bin û bibînin ku gotin û kirinên
aliyên pêwendîdar li ser vê babetê heta çi radeyê diyar dibin.
Hemû
ew deyndarî, sedema wan diyar e, behskirin, şîrovekirin û vegotina dîroka
zêdetirî nîv sedsalekê ya tevgera azadixwaz a kurd û têkoşîna demokratîk a
Îraqê, bêyî Mam Celal dîrokeke rast, durist û bêalî tomar nake, ji ber ku
ti qonax, rawestgeh û destkeftiyek nebû ku bingeha bîr û bazûyê Mam Celal
di pêşengî û serkirdatiya pêvajoyan de reng nedabe. Di nava wê dîrokê de
Mam Celal ne tenê rêberekî Yekîtiyê bû, belkî stûnekî xurt ê kurd û
têkoşîna demokratîk a Îraqê û heta karakterekî mezin ê herêmî bû ku şopa
destê wî li ser bûyerên dîroka nûjen ma ye.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

