Çendî derd giran bibe,pêwistî bi derman pirtir dibe

Nêrîn 05:23 PM - 2026-09-27
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Van rojan axaftin germtir bûye derbarê girîngiya yekrêziya Tevgera Kurdî li Sûriyê, û komkirina aliyên wê di çarçoveyeke berfireh de,bi armanca avakirina lêvegereke siyasî, ku nûneratiya vê tevgerê li ser astê hundir û derve bike û xebata wê di hemî waran de bi rêve bibe.

 Bê guman ev axaftina ku li ser girîngiya yekrêziya Kurdî dibe ne ji valahiyê hatiye,lê belê hevdeme bi xurtbûna diyardeya parçebûnê re,di demekê de ku gelê Kurd li Sûriyê li berdem derfeteke çarenivîse ye ji bo parastina hebûna xwe, weke duyemîn neteweya mezin li Sûriyê, û bi destxistina mafên xwe yên netewî û bi cihkirina wan di destûra nû de.

 Her weha, ev daxwaz ne zehmete weke ku hindek kes dibêjin, û ne jî ji bo mijûlkirina cemawere, lê belê ev bi xwe daxwaziyeke rastgo û babetiye, û derfet jî heye ku li ser erdê were cîbicîkirin, eger niyet û îrade rast û serbixwe bin, û ev yek jî ta radeyekê di Konfiransa Qamişlo de hate dîtin, ku di 26 Nîsana 2025.an de hatiye li darxistin, û hate hijmartin pêngaveke babetî ber bi yekrêzî û yekhelwîstiya Kurdî ve li Sûriyê, ji ber ku vî konfiransê karîbû di bin sîwana xwe de nûnerê hemî partî û saziyên çandî û civakî yên Kurdî, li tenişt nûnerên partiyên Kurdistanî yên serekî, û nûnerên hevpeymana navdewletî ya li dijî tîrorê li Sûriyê, kom bike û bi civîne, her wiha karî bû piştgiriyeke cemawerî berfireh bi dest xwe bixe.

 Ev daxwaz li gor dilê hindek kesan bû ku serkeftinê dixwazin ji bo gelê Kurd li Sûriyê û ji tevgera wê ya siyasî daxwaz dikin ku bilez bi erkê xwe rabe, û şûna xwe ya pêwîst bigire di nav pêvajoya siyasî de ku îro li welatê me birêve diçe û bibe hevbeşek rasteqîne di avakirina dewleta Sûriyê ya nû de, ku divê li ser bingeha sîstemeke Demoqratî,û nenavendî were avakirin ku mafên hemî pêkhateyan têde were parastin, bi taybetî mafên netewî yên milet Kurd, ku hemî şêweyên zulim û zorê li dijî wî hatiye bikaranîn di serdemên berê de.

 Her weha, hindek nêrîn hene ku xwediyên wan li dijî vê daxwaziyê radiwestin û diyare ku ew nêrîn behaneyên wan hene,hin ji wan bi dilpakî girîngiyê didin yekxistina partiyên ji hev parçebûyî, di pêşiya ku doza yekxistina rêz û helwîsta Kurdî bikin û hindek kes jî hene ku bi kîn temaşeyî Tevgera Kurdî dikin û dibêjin ku rewş gihîştiye astek ji parçebûn ku êdî bi dîtina wan tu hêvî nemane ji bo yekxistina wê;lewma doza hilweşandina wê dikin ji kokê ve û ji serkirdayetiya wê daxwaz dikin ku xwe bidin aliyekî û ciyê xwe ji wan re vala bikin.

 Daxwaziya yekxistina partiyên nêzîkî hev, peyveke raste û cihê piştgîriyê ye û pêwîste ev daxwazî ne li dijî yekxistina Tevgera Kurdî û avakirina lêvegera wê ya siyasî be;lê ewên ku dixwazin Tevgera Kurdî û dîroka wê ji nav bibin û hilweşînin ew bi xwe ne ku, avê dixin aşê aliyên Şovînî,ew aliyên ku niha û berê jî her kar dikin wêneyê vê tevgerê û serkirdayetiya wê ne şêrîn bikin;ji ber vê yekê, asayîye ku axaftin li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwesta Kurdî berdewam bibe û were dûbare kirin û pêwîste fişar jî were kirin ji bo avakirina lêvegera Kurdî ya berfireh,li ser bingeha encamên Konferansa heyva Nîsanê ya sala 2025.an, tevî ku em dizanin çi astengî û pirsgirêk li pêşiya pêkanîna wê hene jî,lê diyare ku axaftin li ser derman pirtir dibe çendî derd dijwartir dibe.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket