Yekgirtina Hêza Pêşmerge, Hêviya Serok Mam Celal bû
Nêrîn 04:14 PM - 2026-09-24
Yekgirtina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, Hêviya Serok Mam
Celal bû
Di dema ragihandina yekxistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê
de, min ew semînera Serokê mezin Mam Celal dixwend ku di sala 1983an de li
navçeya Xetê di nav civîneke berfireh de bi kadirên Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê
re pêşkêş kiribû.
Ez di wan rûpelan de bûm ku bi rêzdarî behsa Hêza Pêşmergeyê
Kurdistanê dike û tê de tekez dike ku navê Hêza Pêşmerge bixwe pênase dike ku
ew milkê gelê Kurdistanê ye, ne yê hizb û rêxistinekê ye, lewma pêwîst e ev nav
û nasnav bê parastin û morê tu partiyekî li neyê zeliqandin. Heval Sekreterê
Giştî yê (YNK) bi giringiyeke mezin li hêza Pêşmerge dinêre ku ew hêza xelkê ye
ne ya partiyan e.
Pêşmerge Hêza Kurd e
Wî çaxî berê xwe dide rêberên siyasî yên wê demê û fermandar
û kadirên din û dibêje (Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, hêza Komeleyê nîne, hêza
şoreşgêran nîne, Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, hêza Pêşmergeyê xelkê Kurdistanê
ye, ji Yekîtiya Nîştimanî jî berfirehtir e).
(Hêza Pêşmerge ku dixwaze hemû têkoşerên çekdar tê de
bicivîne ku mimkun e partiyên cuda jî tê de bin, em alîgirê dirûşma leşkerê şer
in, em alîgirê wê ne ku yek hêzeke Pêşmerge li Kurdistanê hebe, ferz bikin sibê
Partiya Komunîst ew prensîp qebûl kir, mesela hêzeke din jî qebûl kir, baş e ku
hêzên me yên Pêşmerge hatin komkirin, hêza Pêşmerge ya Partiya Komunîst jî tê
de dibe, Komele tê de ye, şoreşgêr tê de ne, kesên wiha tê de ne ku tenê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya rût û qût in, ne Komele ye û ne jî şoreşgêr
e, kesên wiha tê de ne ku tiştekî wan nîne, her bîr û bawereke şoreşgêrî û
pêşkeftûxwaz ew civandiye û aniye nava Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, lewma, ev
rastî di dilê xwe de biçikînin, ku ev Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ye, hêza komên
xelkê Kurdistanê ye, heta ji siyaseta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî
berfirehtir e ku Komele û şoreşgêr û kesên Yekîtiya Nîştimanî yên rût jî
dihewîne, lewma ev nêrîna ku niha me daniye, meseleya leşkerê gel, leşkerê
komên xelkê, leşkerê rizgariyê, pêwîst e kadirên siyasî baş jê fêm bikin).
Divê Hizbayetî Rût Serdest Nebe
Nexasim di wê rewşê de jî, rewanşad Mam Celal bi bîr anîbû
ku divê endamên YNKê wê rastiyê di hişê xwe de bi cih bikin ku rojekê ew xwasteka
yekxistina Hêza Pêşmerge dê bê guman pêk were û pêwîst e ji niha ve xwe li ser
fêr bikin.
Ji ber vê yekê, israra tundtir a siyaseta (YNK) diyar dike
ku divê kadir bi wî ruhî xwe fêr bikin ku di nava Hêza Pêşmerge de partîbûna
rût bi ser de serdest nebe (Her kadirekê siyasî yê ku ev yek jê neyê, bila
vegere cem baskê xwe, bêje ka ez dixwazim ji bo wî baskê xwe bixebitim, xatirê
te, bila bil biçe serçavan.)
Rast e, amadebûyên ew civîna berfireh a Pêşmerge û kadirên YNKê
bûn, lê armanca Serok Mam Celal kişandina balê wan e bo paşeroja vê hêzê ku wê
ne tenê ya yek partiyekê be.
Ji ber vê yekê çend caran tekez dike li ser
giringiya çikandina bîra yekxistin û avakirina yek hêzeke Pêşmerge di nava YNKeyiyan
de berî hêz û rêxistinên din, (Rola rêberiya siyasî di nava Hêza Pêşmergeyê
Kurdistanê de ew e ku Yekîtiya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê xurt bike, nabe
derfet bide ku cudahiya bîr û baweriya siyasî bibe sedema cudahiya kar û kiryar
an jî fitneyê di nava Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê de.
Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê
yek hêz e, yek hêza yekgirtî ye. Yekîtiya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê tiştekî
pîroz e li cem me, bi tu awayî rê nadê şkandina wê hêzê.)
Sed Hezar Kurd Werin Rêxistinkirin
Her çend ew gotinên bi nirx ên Serok Mam Celal di şert û
mercên din û cûdatir de bûn û zêdetirî 40 salane di ser re derbas bûne jî, lê
ew rastî wekî xwe ye ku YNKê û kesayeta Mam, ji her kes û hêzeke din bi
kelecantir bûne ji bo bi cihanîna wê hêvî û armanca gelê me, ji bo ku her partî
û tîmek bi tenê çekdarê xwe tune be.
Her di wê civîna berfireh de, Serok Mam Celal pir bi zelalî
tekez dike li ser pêwîstiya yek hêza çekdar a şoreşgêr li Kurdistanê, û di wê
oxirê de hewl û destpêşxwariyên wî berdewam bûn.
Ji ber vê yekê em dikarin
bêjin ragihandina yekxistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, di vî dem û kêliya
çarenivîssaz de, pêkhatina hêviya ji mêj a gelê me û YNKa wê ye ku di vî parçeyê
gotina bi nirx a Mamê me yê mezin de berceste bûye, (Hêza me gelekî mezintir e
ji ya ku tîmek û bîr û baweriyek karibe wê bicivîne. Em dixwazin hemû hêza
tevgera rizgariya nîştimanî demokratîk a xelkê Kurdistanê, bi cudahiya bîr û
baweriya wê ve kom bikin û bixin xebatê û bixin livê li dijî neyar. Bila her
tîm û tevgereke bi serê xwe bixebite û xelkê ji bo xwe peyda bike, lê bi me
xweşe ku li şûna ku çendek meselen: Deh hezar Kurd hatibin rêxistinirin, sed
hezar Kurd werin rêxistinkirin.)
Ji ber vê yekê, bi bextewarî ew xwasteka Serok Mam Celal û
ya me û hemû têkoşerên hêzên resen ên din ên qada têkoşîna dijwar di salên
(1976 - 1991)`an de û piştre jî di şerê li dijî terorê (DAIŞ) de û parastina
axa Herêma Kurdistanê de îro pêkhat. Pêşmerge hêzeke nîştimanî ye, neku hizbî ye.
Êdî tu hincetek nema li pêşberî kesên ku bi awayekî din li
Hêza Pêşmerge dinêhêrîn û bi hincetên cûda cûda gazind dikirin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

