Her dawiyek destpêkeke nû ye

Nêrîn 10:09 AM - 2026-09-24
Haje Basit Heme Xerîb

Haje Basit Heme Xerîb


Ew ê ku em wê ji dest didin, qet dawiya çîrokê nîne, belkî destpêkeke nû ye ji bo bersivdayîna jiyanê. Tu tarîtî û mij nabe ku tîşka rojê herheyî veşêre, belkî rojê fêr dike ku çawa zêdetir belav bibe û bibiriqe.

Em mirov hatine çêkirin ji bo ku em rûbirûyê jiyanê bibin, bi hemû ew bûyerên ku jê re dibêjin dijwarî, lê bi rastî jî ew ne dijwarî ye, tevahiya bûyeran rizgariyeke ji dijwariyeke hîn dijwartir ku em mirov naxwazin li wê yekê têbighêjin.

Gava ku ez di qonaxên destpêkê yên xwendinê de bûm, me derseke nû dixwend û ez di wê de asê dibûm, min hesta mandîbûnê dikir, lê çend roj derbas dibûn û ew ders hêsan û hêsantir dibû. Gava ez mezin bûm, min fêm kir ku ew hemû ders mîna vexwarina avê ne û ti tişt nîne ku bi ser qudreta mirov de zal bibe. Ji bo min dijwarî her dem bûn sedem ku ez fêr bibim, ger wan ez dane ser çokan jî, ewqas demkî bû ku min bi xwe jî hesta derbasbûna wê ya bilez nekir.

Tu.. Erê tu, mirovekî zîrekî. Di demsala payîzê de, te weşîna pelên her darekî dibînî? Te qet tu carî xwe xistiye şûna wê?
Çendî bi êş e ku pel bi pel, ku mîna pitikekê ne û bi çend mehan dest di nav dest de bi hev re bûn û dar mandî bû heta ku ew gihandin ji hev dûr dikevin û wê dare bi cih dihêlin?
Te qet ji xwe pirs kiriye ku çima ev dara nagre (fêkî nade)? Çima naşkê û naqelişe (narize)?

Ji ber ku ew bi kelecanî li bendê ye ku bihar bê û careke din pelên xwe ji nû ve di nava hembêza xwe de bigire, yan jî ew pir baş dizane ku mayîna pelên payizê dê ji bo wê bibin barên giran û gelek belayên din li pey xwe bînin.

Ev xwezaya jiyanê ye, ji bo me mirovan jî bi heman rengî ye, lê belê li ser hin ji me giranrtir derbas dibe û pejirandin wê li ser me dijwartir e.

Em her dem di xeyala kesên çûyî de namînin, belkî mirovê jîr ew e ku bi kelecanî li bendê destpêkên nû ye û her dawiyekê wekî destpêkekê dibîne.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket