Derketina Amerîkayê;
Nêrîn 03:39 PM - 2026-09-22
Derketina Amerîkayê;
Derfetek ji bo serweriyê, yan deriyê naseqamgîriyê?
Vekişîna hêzên Amerîkayê li Îraqê û Herêma Kurdistanê,
rûpelekî nû di dîroka piştî sala 2003an de vedike û Îraqa federal dixe ber
pirsyareke giran: Gelo ji bo tijekirina vê valahiyê amade ye, an xaka Îraqê dê
careke din bibe qada hevrikiya hêzên navxweyî û derve?
Mana hêzên derve çareseriye herdemî ya pirsgirêkên Îraqê
nîne, divê her welatek bixwe berpirsiyarê parastina ax û serweriya xwe be; lê
serwerî tenê bi çûyîna hêza derve nayê bidestxistin. Serweriya rastîn pêdiviya
xwe bi dewleteke bihêz, qanûneke serwer, saziyeke niştimanî û çekekî heye ku
tenê di destê dewletê de be.
Hewldanên hikûmeta Elî Zeydî ji bo kontrolkirina çek û
sînordarkirina desthilata milîsên çekdar, pêngaveke pêwîst e; lê rê ne hêsan e.
Ew hêzên ku li derveyî çarçoveya dewletê çek radikin, di nava salan de bûn
xwediyê hejmûna siyasî, aborî û leşkerî. Çareserkirina vê rewşê tenê bi
dirûşman nabe; Îradeya siyasî, dadwerî û piştevaniya hemû hêzên niştimanî
dixwaze.
Di bin pira li cadeya Mewlewî ya Silêmaniyê, du kasibkar li
ber dikanên xwe sekinbûn. Yekî ji wan bi nîgeranî got:ـ Dibêjin hêzên Amerîkayê vedikşin; piştî
çûyîna wan çi diqewime? Kî wê valahiya ewlehiyê tije bike? Newekî dijminên
Kurdistanê careke din çavên xwe berdinê vê axê!
Yê din bersiva wî da:ـ Duh mamosta Şiwan li vir bû, digot:
Metirsî heye, lê bêhêvîtî çareserî nîne. Pirsara girîng ew e: Em bixwe ji bo
piştî çûyîna wan me çi kiriye û emê çi bikin?
Ev tenê gotûbêja di navbera du kasibkaran de nîne; pirsara
piraniya xelkê Îraqê û Herêma Kurdistanê ye. Xelk ji ezmûna borî dizane ku
valahiya hêzê zû tê tije kirin; ger dewlet tije neke, hêzeke din dest biser de
digre.
Herêma Kurdistanê çêtir ji her aliyekî din vê metirsiyê
dizane û pê dihese. Piştî karesat û koçberiya sala 1991`an, biryara Encûmena
Asayişê û çêbûna hêla 36an, stargeheke ezmanî bû ji bo vegera xelkê û avakirinê
jiyanê. Piştî vekişîna saziyên rejîmê, hilbijartin bi rê ve çûn û yekem
kabîneya hikûmeta herêmê hate avakirin. Piştgiriya Amerîkayê û hevpeymanan jî,
di qonaxên cuda de, roleke girîng di parastina wê ezmûnê de lîst.
Di şerê li dijî DAIŞê de, careke din diyar bû ku herêm, ji
ber cihê erdnîgarî û mezinahiya xwe ya siyasî û aborî, hîn jî pêdiviya xwe bi
alîkariya hevpeymanan heye. Gefa DAIŞê hîn jî li holê ye û navçe jî di navbera hevrikiya
Amerîka û Îranê û şer û naseqamgîriyê de dijî. Di rewşeke wiha de, vekişîna
lezgîn û bêpılan a hêzên hevpeyman dikare valahiyekê çêbike ku dijminên herêmê
û komên çekdar ji bo armancên xwe bikar bînin, lê parastina herêmê tenê bi mana
hêza derve nabe. Nakokiyên navxweyî, nekirina yek peyama niştimanî û lawaziya
saziyan, kapasîteya parastina herêmê kêm dikin. Hevpeyman girînge, lê tu
hevpeyman nikare cihê yekrêziya navxweyî û hêza niştimanî bigire.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di qonaxên dijwar ên dîrokê
de, rizgarker û beşdarekî sereke yê parastina ezmûna herêmê bûye. Îro jî pêdivî
ye bi heman ruhê berpirsiyariyê, ji bo yekxistina hêza Pêşmerge, parastina
qewareya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya destûr û giftûgoyê kar bike.
Derketina Amerîkayê dikare bibe derfetek ji bo bihêzkirina
serweriya Îraqê; bi vî şertî ku dewlet çekê kontrol bike, qanûn li ser hemûyan
bê cîbicîkirin û baweriya xelkê vegere. Ger ev neyê kirin, vekişîn dê bibe
deriyekî naseqamgîriyeke nû. Ji bo Herêma Kurdistanê jî, parastina ezmûnê tenê
bi hebûna hevpeyman nabe; belkî bi yekrêziya hêza Pêşmerge û îradeya niştimanî
ya me tê cîbicîkirin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

