Lûtkeya Tehran û Silêmaniyê

Nêrîn 02:11 PM - 2026-09-21
Letîf Nêrweyî

Letîf Nêrweyî

Di rojên borî de, Silêmanî wekî kela û pêgeha stratejîk a Kurd û YNKê, bû çavkaniya du pêngavên berpirsiyar ên mezin di xebata dîplomatîk, ewlehî û aborî de.

Ev pêngav jî rengvedan û berhema ew arasteya siyasî û erdnîgarî ya bandorker in ku YNKê serkêşiya wê dike; ew jî jidayîkbûna herdu lûtkeyên Tehran û Silêmaniyê bûn, ku tê de îradeya siyasî ya YNKê ligel pêgeha erdnîgarî û bandora herêmî ya Silêmaniyê di van xalên hevpar de digihin hev:

-Vekirina deriyên girtî bi rûyê çareserkirina pirsgirêkên aloz û girêkbûyî û dîtina derfetên nû yên çareseriyê ji bo pirsên hilawêstî.
- Kêmkirina aloziyên nexwazraw û ziyan bexş, û xwe dûrgirtina ji gotara hişk û zimanê tûj.

- Bicihanîna aramiya siyasî, ewlehî û aborî li navçeyê bi rêya diyalogeke berdewam û peywendiyeke hertimî.

-Dûrxistina Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê ji metirsiyên şer û cîgirkirina aştiyê li navçeyê.

Ev yek jî vedigere ser sepandina siyaseteke jîrane û berpirsiyar a Serok Bafil Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, yê ku karî di lûtkeya Tehranê de û di hemû hevdîtinên xwe de bi serokên bilind ên wî welatî re, dîtinên hevpar, girîngiya aştî û aramiyê, rêzgirtina li serweriya welatên cîran, berjewendiyên hevpar ên aborî, ewlehî û siyasî û peywendiyên kevnar ên her du aliyan bikin bingehê danûstandin û hevdîtinên lûtkeyê.

Lûtkeya Silêmaniyê jî wekî lûtkeya Tehranê karî derfeteke hevpar li pêşiya nêrînên cuda yên (Bexda, Hewlêr, Silêmaniyê) veke û di nava wan nêrînên cuda de li çareseriyeke hevpar bigere û hemû alî bi eşkereyî kêmasî û astengan bixin holê:

-Her wek lûtkeya Silêmaniyê karî pêkenîneke dilxweşiyê ya hevpar bixe ser lêvên rêzdar Serokomar û rêzdar Serokê Herêmê û qeşaya sarbûna navbera wan bihelîne.

-Pêşkêşkirina komeke belge, data û zanyariyan li ser pirsên aloz û girêkdayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku ji bo raya giştî û ji bo medyaya Herêm û Îraqê girîng bûn.

- Di dawiyê de gihîştina bi komeke raspardinên girîng ku dê alîkar bin wekî nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Ev her du lûtke nîşaneya wê rastiyê ne ku Silêmanî di hemû serdem û qonaxên dijwar de pêşeng e ji bo vekirina deriyên girtî û dîtina kilîla çareserkirina pirsên curbicur, û pêşengê nûbûn û navenda biryargirtinê ye ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê. Ji ber wê jî hêjayî derfet pêdaneke zêdetir e, daku bikaribe baştir û zêdetir berdewam be.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket