Yan Yekrêziya Kurdî... Yan jî Hîç!

Nêrîn 12:14 PM - 2026-09-17
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Bûyerên nexweş, yên ku vê dawiyê li herêmên Kurdî, bi taybet li Hesekê û Kobanê, rûdabûn, pêleke berfireh ji ne razîbûn û şermezarkirinê li pey xwe anîbûn û dawiya wan bûyeran tawana revandina ciwanekî Kurd bû bi navê (Sîpan Hiso Kurmî),ku ew bi xwe serbaz bû di Lîwa ya Hesekê ya leşkerî de û tawanbaran bi xwîneke sar û bi awayekî hovane û bi kîn serê wî birîn, û bûyera serbirînê jî hatiye dokumêntkirin û belavkirin li ser malperên torên civakî.

Her wiha jî şewata Zîndana Kobanê, ku di encamê wê şewatê de (8) kesan canê xwe ji dest dane, û (18) kesên din jî birîndarin, û hinek ji wan birîndaran birînên wan gelekî giran û dijwarin.

Ev bûyer di demekê de tên ku Pêvajoya Tevlîbûnê bi dijwartirîn qonax re derbaz dibe û li ser erdê rûbirûyî astengiyên çarenûsaz dibe ku vê pêvajoyê ber bi dûriyaneke hestiyar ve dibe: Yan wê aliyên peywendîdar bi mêranî û wêrekî  bi xalên rêkeftina (29.01.2026).an pabend bibin û ber bi cîbicî kirina naveroka wê biçin, ku êdî baweriyê xorttir bikin di navbera hemî pêkhateyên netewî û olî de, û rê xweştir bikin ji bo qonaxeke nû ji aramî û aramiyê di welat de;yan jî wê rewş dê were ajotin ber bi serberdayetiya îdarî û sergêjiya ewlehî ve,ku wê careke din deriyan li pêş tûndûtûjî û kûştin û terorê veke û di encam de wê welat jî ber bi şerekî navxweyî ve biçe ku êdî kesek bi serkeftî jê dernakeve, ji bilî dijminên gelê Sûrî yê ku şer bi dirêjaya (15) salan, ew ji hevxistiye û westandiye .

  Ev tawanên kirêt ku li welat bi tevayî, û li herêmên Kurdî bi taybet rû didin,ne ji valahiyê hatine û ew bi xwe nişanên metirsiyê ne ku êdî rewş ber bi xeraptir ve diçe, mixabin, ew jî bi sedema tunebûna desthilata dewletê û yasa û xavbûna Pêvajoya Tevlîbûnê ku di (25.08.2026).an de, hatibû ragihandin û tûjbûna gotara riq û kînê li dijî gelê Kurd û çalakbûna şaneyên teroristî, û belavbûna grûpên çekdar yên ser bi hoz û êlên Erebî ve, yên ku di nava rojê de bangeşeyê dikin ji bo belavkirina fitne û kûştin û tolhildanê,ev di demekê de ku rêjeya bêkariyê, û buhabûna nirxan,û tunebûna xizmetgûzariyan û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên serekî mîna Av û Eliktrîk û Sotemeniyê û her wekî din;lewma, ji Hikûmeta Veguhêz tê xwestin ku bi erkên xwe yên îdarî û yasayî û ewlehiyê rabe û bê dudilî kar bike ji bo parastina welatiyên xwe, bi hemî rengên xwe yên netewî û olî bi bê cudayî û dubendiyê.

Her wiha dikeve ser milê vê hikûmetê ku bi tûndî rê li pêşiya wan kesên ku ramana Şofînî belav dikin bigire, ew ramana ku Be’is ji wan re li şûna xwe hiştiye û divê hevsarê wan grûpên serberdayî rabigre yên ku girêdayîne hoz û êlan û yên ku wek paşmayê rêxistinên teroristî têne hijmartin û tawanbarkirin û sizadana gotara riq û kîn û tolsitandinê ku li ser nasnameya netewî tê cîbicî kirin,û divê ev hikûmet deriyan veke li pêşiya nûnerên gelê Kurd li Sûriyê û hebûna wî erê bike û danpêbide û mafên wan yên netewî gerentî bike di destûra nû de li ser bingiha ku ew duyem mezintirîn neteweye li Sûriyê.

Bê goman, ew pêngavên ku Hikûmeta Veguhêz avêtine ber bi erêkirina mafên Kurd yên çandî û zimanî ve,ku di mersûma (13).an de hatine destnîşan kirin û pêdana hin postên leşkerî û îdarî û hin kursiyên perlemanê, ew bi xwe pêngavên erênî têne hijmartin û li ser wan tê avakirin, lê ew destkeft pirsa Kurdî bi yekcarî çareser nake,çimkî ew bi xw pirseke netewî ye,qet nayê jibîrkirin û kurtkirin di çend postên îdarî de ku di destûrê de ne parastî ne ji ber vê çendê ji gelê Kurd li Sûriyê tê xwestin ku bi çavekî erênî li vê qonaxa piştî bi dawî hatina pêvajoya Tevlîbûnê temaşe bike û hişiyar be derbarê pîlangeriyên aliyên Şofînî yên bi kîn ku ne bi dilê wane Kurd her destkeftekê,piçûk be yan mezin bi dest xwe bixin û diyare ku ev bûyerên vê dawiyê li herêmên Kurdî rû dane,di vê kevanê de tên hejmartin û li gorî vê rewşa hestyar û dijwar ku gelê Sûrî bi giştî û gelê Kurd bi taybet têre derbaz dibe ji Tevgera Kurdî li Sûriyê bi hemî aliyên xwe yên Siyasî û Çandî û Civakî ve tê xwestin ku bi erkê xwe yê dîrokî rabin û gelê Kurd yê tore û nerazî ber bi aramî û xweragiriyê ve bajon û rê li pêşiya wan bigirin û nehêlin ber bi gotarên riq û kînê ve biçin, ku aliyên Şofînî belav dikin bi armanca vêxistina agirê fitineyê di nav pêkhateyên netewî yên pêkve di navçeyên Kurdî de dijîn, û hilweşandina aştiya civakî di navbera wan de, û di encam de rewşê ber bi arasteyeke ne diyar ve bibin.

Em vê yekê dibêjin ku em dizanin ev xelkê birîndar û xemgîn gihiştiye astekî ji reşbînî û bê hêvîbûnê ji aliyên Tevgera Kurdî ve û êdî ew baweriyê bi tu aliyekî tenê nake, eger ew alî bi hevre û bi zûtirîn dem helwest û rêza xwe nekin yek û lêvegera xwe ya siyasî û berfireh ava nekin li ser bingeha rewatiya konfransê (26.4.2025).an YA (26.4.2025)’an. yan jî hîç...

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket