Ezmûna min bi Gelê Kurdistanê re
Kurdistan 08:18 PM - 2026-09-13
Di sala 2006an de, televizyona Gelê Kurdistanê ji bo destpêkirina karên kanala xwe ya asmanî daxwaza karmend û pêşkêşkarên nû kir. Ez di wê demê de li rojnameya Aso nû bûm.
Ez çûm baregeha kenalê, li wir min kak Kerîm Çolî dît û paşê çav bi kak Şiwan Kaban, rêveberê giştî yê televizyonê ket. Piştî hevpeyvînê ez derbasî nava koma bêjerên ku dihatin amadekirin bûm. Cihê perwerde û rahênanan li ser Çiyayê Ezmer bû.
Me ew qursa amadekariyê bi serkeftî bi dawî anî û me nasname jî wergirt.
Lê mixabin ji ber sedemên teknîkî karê amadekirina kanala asmanî hat paşxistin û ji ber wê yekê kar kirina min di kanala GK de di wê demê de bi dest neket û ez her li rojnameya Aso mam.
Destpêkirina kanala asmanî piştî du salan, ango di 1ê Hezîrana 2008an de çû ser sîstema sateylaytê û bû kanala asmanî ya cîhanî.
Lê ji ber ku ez yek ji hezkiriyên wê kenalê bûm, her çend bangî min bihata kirin ez diçûm û min şirove dikir li ser rewşa penaberan, koçberan, piştre derbarê rewşa Sûriyê û aloziyan, heta destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Û heta roja ku ez êdî bi fermî bûm karmend û bêjerê wê kenalê û heta îro jî ez berdewam im.
Her weha divê bê bibîranîn ku destpêka weşana televizyona navxweyî / zevînî di 11ê Îlona 1991 de li bajarê Silêmaniyê bi destpêşxeriya rehmetî Serok Mam Celal, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dest pê kiriye.
Wate îsal 34 sal bi ser damezrandinê û 17 sal bi ser sateylayt bûnê de derbas dibe.
Ji bo dîrokê bibêjim ku ew kar û xebat û encamdana karên ragihandinê ku Kanala Gelê Kurdistanê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hundir û derveyî welat û bi taybetî li Herêma Kurdistanê encam daye, cihê rêz û pêzanînê ye ku mirov pê serfiraz be.
Ji ber ku tu carî nebûye cihê sazkirina naloqiyan an jî biçûkkirina kesekî an aliyekî siyasî li hember aliyekî din. Her dem hewl dide ku xeta aramiya neteweyî û yekrêzî û yekhelwesta neteweyî ya Kurdî biparêze.
Û ev 17 sal zêdetire ku sateylayta Gelê Kurdistanê dest bi weşanê kiriye wek kanaleke asmanî ya navneteweyî ya Kurdî, hemû nûçe û raporên wê kanalê di xizmeta doza gelê Kurd û Kurdistanê de ne û aştî, aramî û tebayî di nav rêzên gelê Kurd de diparêze.
Ev jî ji pabendbûna rêvebir û ragihandvanên vê kenalê tê ku li gorî rêbaza Serokê nemir Mam Celal e û daxwaza wî ew bû ku xêza(xeta) Aramî ya neteweyî wek xêzeke sor bibînin û derbas nekin û xwedî lê derkevin.
Pîrozbahî
Bi vê boneya girîng û qedirbilind, ez bi dil û can pîrozbahiya herî germ arasteyî rêveberê giştî yê kenalê kak Kurdo Elî û hemû karmend, pêşkêşkar, teknîkkar û xebatkarên dilsöz ên Kanala Gelê Kurdistanê dikim.
Hûn 34 sale dengê gel in, çanda gel diparêzin û rastiyan digihînin xelkê. Hêvîdar im her serkeftî û berdewam bin di xizmeta gel û nîştimanê de.
Hozan Efrînî
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

