Derfetên Dîrokî li Benda Belavbûyan Namînin

Nêrîn 02:35 PM - 2026-09-12
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Piştî ku di 25’ê Tebaxa 2026’an de, bi fermî ji aliyê berêz Mezlûm Ebdî ve hate ragihandin, ku êdî erkê Hêzên Sûriye Demoqrat (HSD), bi dawî hat, û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilweşandin, û derbazî nav dezgeh û saziyên dewletê bûn û yekgirtin, yekser gengeşe û danûsitandin li ser giringiya vê gavê û bandora wê li ser herdû astên niştimanî û kurdî xurtir bû, û nerînên li ser vê gavê, ber bi çend aliyan ve hatin dabeşkirin, û giringtirîn alî ji wan aliyan ev bûn: Aliyekî ji wan bi eşkere dijberî vê gavê rawestiya, û ew ragihandin wek destberdan ji mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê di hijmart, û wek sazeşkirinê li ser hebûna wî didît, ku dewem mezintirîn neteweye li Sîriye û di hemberî vî aliyî de, aliyekî din jî hebû ku ew Pêvajoya Tevlîbûn û yekgirtinê wek pêngaveke pozetîf û erênî didît, ku bi saya vê pêngavê agirê şerê navxweyî hate vemirandin, ku nêzîk bû hatibane vêxistin bi sedema rûbirûbûnên çekdarî di herdû Taxên Kurdî de li Bajarê Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û pêta vî agirî gihiştibû heta sînorên deverên kurdî li Hesekê û Kobanê, û xwediyên vê nerînê dibînin ku Pêvajoya Tevlîbûnê, tevî ku nikarîbû Pirsa Kurdî li Sûriyê ber bi çareseriyê ve bibe ku li gorî hêvî û daxwaziyên gelê Kurd be, lê belê vê pêvajoyê dergeh li ber şerekî navxweyî girt, û derfet li ber qonaxeke nû ji xebata siyasî ya tevgera Kurdî li Sûriyê vekir, ku dibe li ser were avakirin, û xebata siyasî were berdewam kirin ber bi destnîşankirina Mafên Netewî yên gelê Kurd di destûra Sûrî ya nû de, bi awayekî ku li gor xebata wî û qurbaniyên wî yên giranbiha bin û ev nêrîn bi xwe nûneratiya piraniya Raya Giştî ya Kurdî li Sûriyê dike û di nav van gengeşe û danûstandinên di navbera her dû aliyan de, ku hin caran sînorê xwe yên babetî derbaz dikirin, û ji çarçoveya (Nêrîn û nêrînên din) derdiketin,lewma hindek kesên keysperest ev helûmercên tije nakokî, li dijî tevgera Kurdî li Sûriyê û li dijî serkirdayetiya wê bi dujminayetî bi kar di anîn, û daxwaze hilweşandina vê tevgerê dikirin û doza li darxistina kongireyekî dikirin li Şamê, bi armanca ku karibin tevgereke nû li gorî bejn û bala xwe damezrînin û dengoyek belav dikirin ku pirsgirêka Kurd li Sûriyê miriye û nemaye.

Bê goman Pirsa Kurd li Sûriyê ava nebûya bi damezrandina partiyeke siyasî yan çarçeweke leşkerî re, û ew namirê jî bi hilweşandina wan partî û çarçewan,ji ber ku ew pirsa miletekiye, û qet nayê bi dawîkirin û bi pişt guhxistin,bi riya bexşîna hin destkeftên îdarî û leşkerî, û bi riya hin kursiyên perlemanî,lê ew pirs tê çareserkirin bi tenê bi riyên demoqratî û dadperwerî.

 Bi rastî, ev ezmûna leşkerî û îdarî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji şaşî û kêmasiyan dûr nemaye, û ev yek divê, çi zû be yan dereng, were nirxandin û rexnekirin,lê ya giringtir ewe ku divê îro roj em bi berpirsiyartî li ser erkên serekî yên ku li pêşiya tevgera Kurdî hatine danîn bisekinin,û xwe amade bikin ji bo qonaxa piştî pêvajoya tevlîbûnê û hilweşandina HSDê û dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser.

Her wiha, bi dil û can bixebitin daku sûdê ji wan pêngavên erênî ku Hikûmeta Demkî li Şamê ber bi Kurdan ve avêtine werbigirin, û di pêşiya wan gavan de, mersûmê (13)’an û di vî warî de, divê encamên konfiransê 26’ê Nîsana 2025’an, bilez werin aktîvkirin û ji Rewayetiya Neteweyî ya wan encaman were destpêkirin, û bi yek destî ber bi avakirina sîwaneke siyasî ya hevbeş ve biçin, ku ev sîwan hemî aliyên tevgera Kurdî li Sûriyê di bin siya xwe de kom bike û bi civîne, ji partiyên siyasî û rêxistin û saziyên kultûrî û civakî yên Kurdî, bi bê dûrxistin û cudayî,yan jî ev derfetên dîrokî li benda belavbûyan Namînin

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket