Dema ku tevlêbûna bêyî lêkolîna têr pêktê
Nêrîn 09:55 AM - 2026-09-12
Dema ku pêvajoyên tevlêbûnê bêyî lêkolîneke têr û
plansaziyeke durist pêk tên, ew valahiyeke ewlehî û îdarî çêdikin û deriyê kaos
û nearamiyê vedikin, û di dawiyê de sivîl berdêla wê didin.
Wek em hemû dizanin, ev demek e agirê şer û pevçûnan di
navbera Kurd û Ereban de hatiye rawestandin û hêdî hêdî rewş ber bi aramiyê ve
diçe, tevî ku beşek ji gelê Kurd, bi taybet çalakvanên li Ewropa û hinek li
Herêma Kurdistanê û yên li hundirê Rojava jî, ji wê rêkeftina tevlêbûna dezgeh
û saziyên dewletê re ne razî ne.
Tevlêbûna HSDê û saziyên Rêveberiya Xweser bo nav saziyên
dewletê, valahiyeke mezin çêkir ku bi vî rengî ye:
1- Nemana kerta ewlehiyê ya gelê Kurd û bi taybet yên ku bi
Xweserî û HSDê re bûn, li navçeyên nîvçe Ereb û yên piranî Ereb, bi taybet li
Hesekê û Til Hemîsê û Til Berak û Til Koçer, Reqa û Teqba û gundewarên Kobaniyê
ku têkel in bi Şiyûx û Sirînê û her weha li Şehba û Tel Rifet û Tel Hasil û
Babê û Ezazê û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
2- Nemana kerta xwendin û perwerdeyê ku ev yek ji kertên
herî girîng û bi nirx e, êdî xwendina bi zimanê Kurdî wek berê nema û dibistan
û zanîngehên Kurdî dê bên guhertin û asta pêşketina zimanê Kurdî jî dê nizmtir
bibe.
3- Lawazkirina kerta rewatiya doza Kurdî, ku piraniya Erebên
di navçeyên Kurdan de xwedî çek û hêz in û guh nadin dewletê û serbixwe
tevdigerin û karên neyasayî dikin, wek şehîdkirina şehîd Sîpan Hesekê û kesên
din.
4- Lawazkirina kerta aborî û tevgera bazirganî li navçeyên
Kurdî, ku niha piraniya liv û tevgera aborî wek berê nemaye û pir lawaz bûye.
5- Lawazbûna xwesta vegera penaber û koçberên ku li derveyî
Rojava ne.
* Gerantiyên vegera penaberan
Ji ber ku ew penaberên ku li derve ne û bi taybet yên li
Herêma Kurdistan û Iraqê ne, daxwaza garantiyên cidî û morkirî li UNê dikin,
wek:
1-Peydakirina budceya çûn û cihbûnê.
2- peydakirina ewlehiya jiyana malbata wan ku wek koçberên
Serêkaniyê bi serê wan neyê.
3- Çareserkirina mijara xwendin û perwerdeyê ku zarokên wan
ji pola yekê heta zanîngehê bi Soranî xwendine.
Her weha gelek tiştên din jî hene ku ji wan jî kesên mektûm
hene ku aloziyên jiyana wan ji ya gişkan dijwartir e, ev rewş dê firehtir bibe
û roj bi roj aloztir bibe.
Ji ber ku hîna sîstema dewletê bi rêkûpêk cih negirtiye û
bilezkirina tevlêbûna Rêveberî û HSDê bê danîna zemînek û cihgirbûneke durist û
tendurist pêk hat, lawazî zêdetir bûn û alozî jî zêdetir bûn û êdî dewleta
Sûriyê nikare desthilata xwe bi ser hemû navçeyan de bisepîne.
Dewleta Sûriyê şaşî kir bi tevlêkirina bilez a Rêveberiyê
re. Eger bi pêwîst dît ku hêzên HSDê tevlî saziyên wezareta berevaniya Sûriyê
bike, pêwîst bû ku di tevlêkirina saziyên Rêveberiya Xweser de lez nekira, ji
ber ku pêngava tevlêbûnê valahî û nelihevî û alozî çêkir.
Di cihê tevlêkirinê de bila hevrêzî û hevahengî saz bikira,
bila komîteyên hevahengiyê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de çêbikirana û
bi hev re kar û xebatên hevbeş encam bidana.
Bi vî rengî, hem hikûmeta Sûriyê û hem jî Rêveberiya Xweser
zerar dîtin û dê her biçe alozî berfirehtir bibe û niha jî nîşanên wê yekê
diyar in û ev yek wê ne tenê li dijî ewlehiya dewletê be, lê metirsiya derketin
û bihêzbûna komên ser bi DAIŞê û yên din ku yasayê napejirînin jî heye û dê
Sûriye bibe qada nelihevî û nearamiyê û dê gelê Sûrî bi Kurd û Ereb û Aşûrî û
Suryanî û Ermenî û Tirkmen ve baca vê leza tevlêkirina bilez bide.
* Şehîdkirina Sîpan Hesekê di berjewendiya kê de ye?
Şehîdkirina Sîpan Hesekê ne ya yekem e û wê ne ya dawî be.
Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan
Êdî bûyerên wek şehîdkirina Sîpan Hesekê dê zêdetir bibin û
dê metirsiyan li ser jiyana sivîlan berfirehtir bike. Û ev bûyer ne di
berjewendiya xelkê Sûriyê de ye û tenê di berjewendiya neyarên aştî û aramî û
doza gelê Sûrî û gelê Kurd de ye.
Gotina min ya ji bo dîrokê û gelê kurd û Kurdistanê…
Ev buyera şehîdkirina Sîpan Hesekê wê bibe bi çand û
kultûrek û çiqas DAIŞî ku ji aliyên hêzên Kurdî ve hatine kuştin wê wek Şehîd
Sîpan tolê jê rakin.
Her weha careke din, wê rewşa ciwanên kurd ber bi dozexê ve
biçe. Eger belavoka wezareta Hundrîn ya Sûriye wek ku hatiye weşandin û têde
şehîd Sîpan bi kuştiyekî normal daye nirxandin, tê wê wateyê wê ev kiryar û
tawan bi serê piraniya şervanên YPGê dubare bibe.
Hêvîxwezim ku aliyên peywendşdar ên kurd ku di nava hikumeta
Sûriyê de ne, van tawanbaran û buyera şehîdkirina Sîpan Hesekê wiha derbas
nekin û bikin rojeva sereke ya karên xwe, eger na wê sibê sira wan jî were.
Doza gelê Kurd bi têkelbûnê ji holê ranabe û dê her
berfirehtir bibe, ji ber ku dozeke rewa û durist e. Sedema her tiştî jî ew
têkelbûna lezgîn a Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re bû. Em dizanin ew
pêngav neçarî û bi darê zorê bû. Lê bila bimîne ji dîrokê re.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

