Ew bi xwe mamostayê vegotinê jî bû
Nêrîn 02:40 PM - 2026-08-20
Vegeriyana bo nava wêjeya Mam Celal ne vegerandinek e bo
berê û nostaljiya derbasbûyî, belkî çûn û gavavêtinek e ber bi paşeroja geş a
YNKê û gelê me ve. Ji ber ku di wê wêjeyê de Serok Mam Celal helbest û şahname
li ser rabirdûyê nenivîsîne ku hestên me yên derbasbûyî belav bibe, belku Mam
Celal bi behskirina rabirdûya xebatê bigre û heta bi behskirina rabirdûya gelê
me armanc dike ku me ji bo paşerojê han bide. Şêwaza axaftin û nivîsandinê,
gotûbêj û gotinê, ji bo gurkirina îro û sibeha me ye jî.
Ji ber wê yekê, wêjeya Mam Celal dikare û guncawe heta pêncî
salên din jî bibe rehberê xebatê û têkoşînê ji bo hizba me (YNK) ya îro jî. Ji
bo Yekîtiyekê ku ji nû ve rû bi geşbûna serdema serokatiya heval Bafil Celal
Talebanî ve ye.
Di vê demê de ku ji bo kûrbûn û dewlemendkirina semîner û
behsên pirtûka "(Wêjeya Mam, Kilîlek ji bo Naskirina Mam)" dem bi dem
ez serî li pirtûk û nivîsarên Mam didim, ez rastiyê her dem dubare dibînim ku
Mam Celal hemû dîroka destpêka xebata kurdayetiya pêşkeftinxwaz û YNKê
nivîsandiye ve. Mam Celal di van gotar û nivîsaran de mîna rêbertiya xwe ji bo
YNKê û Şoreşa Nû, piştrast dike ku di vî warî de jî ew bi xwe mamoste ye, ew bi
xwe mamosteyê vegotinan e.
Ew berya hevalên xwe di wê xebata dûr û dirêj de, û bi wan
re jî, destpêşxerî kiriye di behskirina dîroka biserhatan de.
Pêşengiya wêrek a
Mam Celal di vegotinê de û di şirovekirina tûrik û dirûvê bûyeran de bêhempa ye
û bi wêrekî û bi dilêşî ye.
Li ser heman rîtmê pêşî yê serokatiyê ji bo
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Şoreşa Nû, bi vî rengî serokatiya vegotinên
xwe jî kiriye.
Ger kesek ji bo behskirina nivîsandin û wergirtina ezmûnê
serî li mala berhemên Mam Celal bide, dê ji wî re diyar bibe ku rêveberiya
bingehîn a vegotinan her li cem wî bi xwe ye û wêjeya wî tijî agahî û vegotinên
hûr e. Rastiya wê yekê ew e ku neyarê YNKê û neyarê projeya azadîxwaz a vî
rêberê mezin, di dawiyê de li pey Mam Celal û YNKê ketine.
Bi rastî reşnivîs û
şerê pisîkan yê pirtûka wan bertek e û parastineke qels a ji bo xwe ye û pakane
ye li hemberî wendakirina çîroka serweriyê û rola wan a kêm di serpêhatiya
kurdayetiya nûjen de.
Em tenê ewqas li me pêwîst e ku em vegerin ser sindoqên
bîranînê yên Yekîtiyê û minberên ku îro berhemên Mam Celal tê de ne. Ji wê yekê
em pê dihesin ku Mam Celal, û paşê xwendekar û hevalên wî di Şoreşa Nû de, di
çendîn pirtûk û berheman de hemû tişt nivîsandine. Êdî mîna her carê Mam Celal
pêşengê karwana gotina rastiyan e. Li wir jî ew bi xwe mamosteyê vegotinê ye.
Her dem ez neçar im ku vê yekê jî bibêjim ku behskirina çand
û wêjeya Mam Celal ne tenê ji bo dilsoziyê ye li hemberî wî, ku ew jî wezîfeyek
e, belkî berî her tiştî ji bo me bixwe ye, ji bo wê ye ku di paşeroja nêzîk de
gur me nexwe.
Kî bixwaze ez dikarim navên pirtûkan bidim bîra wî û teşwîq
bikim ku bixwîne, yan jî nîşaneya navnîşana sazgehan jê re bişînim ku ew berhem
tê de ne:
-Minbera sîteya Saziya Serok Celal Talebanî
-Minbera sîteya Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal
-Minbera sîteya Borda Hişyariyê li Mekteba Ragihandin û
Hişyariyê de
-Minbera sîteya Melbenda Lêkolînên Giştî
Vegotinên Mam bingehîn in û yên yar û neyarekî din dengekî
qels ê eşkerebûn û wêrekiya wêjeya Yekîtiyê ne ku di dema xwe de û tavilê hemû
eşkere kirine. Bi rastî dîroka nivîsandinê ji bo kurdayetiyê û li ser dîroka
kurdayetiyê pîşe û hostatiya Mam Celal û xwendekarên medreseya Şoreşa Nû ye.
Ev gotin ne ji bo wê ne ku nifşên me yên îro pişta xwe
bidinê û êdî bi behaneyên cuda ti kes ji me sextekariyên îro yên neyaran û
bêwijdanan eşkere neke û li ser nenivîse, belku ji bo diyarkirina bingehê
mijarê ye. Ku hizba me (YNK) wekî tijî serweriya kiryarî ye, bi vî rengî jî
tijî serweriya vegotinê ye, diyar e ku pêşîniya du dehsalên qonaxa dawî ji bo
xatira kurd û Kurdistanê û tebayiyê bû, li gorî prensîba xemxuriyê ji bo
yekîtiya refan û xwe-girtinê û spartina rastiyan bi dîrokê bû û ji ber wê yekê
jî bû ku Mam Celal di dema xwe de hemû vegotiye û hûn dikarin biçin ser
çavkaniyan.
Gotineke heye ku her dem di fezayê serbilindiyên Yekîtiyê de
tê behskirin ku serkirdên kevnar ên Yekîtiyê pêşeng bûn ji bo mêrxasî (neberdî)
û ji bo şehadetbûnê. Lê rastiya wê ev e ku ger hûn vegerin ser pirtûka
"Bavên Damezirîner" û li ser serê hemûyan jî pirtûkên Mam Celal, em
dizanin ku li wir jî her serkirde pêşeng bûn di neberda (Mêrxasiya) vegotinê de
û netirsiyana şahidiyê û wêrekiya derbirîna rastiyan de. Bêyî tirsê ji neyarên
navxweyî û ji neyarên derve yên gelê me.
Kêmasî di çanda vegotina me de nîne, kêmasî di wê yekê de ye
ku em bixwe nagirin dest û lê venagerin.
Qisûr di pirtûkên dayik de nîne. Qisûr di me bixwe de ye,
ger em ji bîr bikin û ji bo axaftina îro û ji bo parastina rastiyan em
venegerin ser xezîneya berheman. Qisûr di me bixwe de ye ku bi nivîsên neyaran
dilê me diheje û di dawiyê de jî gotaran dinivîsin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



Aplîkêşin

