Bîranîna Teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr

Nêrîn 09:24 PM - 2026-08-14
Emîn Babe Şêx

Emîn Babe Şêx

Bîranîna teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr ên sala 2007an

Îro em salvegera 19emîn a teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêrê bibîrtînin, ku... bûye sedema kuştina zêdetirî 700 (heft sed) welatiyên sivîl li du komalgehên devera Şingalê.

Di rojekî wekî îro de, di 14ê Tebaxa 2007an de, aliyên nayên naskirin êrîşeke terorîstî ya plankirî li dijî kurdên Êzidî di nava van her du komplêksan de pêk anîn.

Ev operasyonên terorîstî piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên di sala 2003an de, wekî sêyemîn nîşaneya zelal li ser hebûn û mayîna Êzidiyan li Îraqê dihatin dîtin.

Di vê bîranîna diltezîn de em di xem û êşên kesûkarên qurbaniyan de hevpar in, û her wiha ez daxwazê ji Êzidiyan dikim ku di oxira parastina mafên xwe yên rewa de yekgirtî û yekrêz bin.

Her weha  ez daxwazê ji hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê û hemî qewareyên siyasî û civaka navneteweyî dikim ku ji bo parastina pêkhateya Êzidî û hemû pêkhateyên din ên olî hewldanên cidî bikin, da ku parastina wan bê kirin û ewlehî û aramî li deverên wan bê dabînkirin.

Dr. Emîn Babe Şêx

14ê Tebaxa 2026an

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket