Bexda û Silêmanî, du bajarên afirîneriya wêjeyî!
Nêrîn 12:17 PM - 2026-08-11
Rêxistina UNESCO ji sala 2004.an vir ve, bernameyek da destpêkirin daku
bajarên afirîner di warên wêje, mûzîk, hunerên medyayê, fîlm, pîşe û hunerên
neteweyî, sêwiran, hunerên xwarinçêkirinê û dirustkirina avahisaziyê de pêşve
bibe.
Toreke bi navê Tora Bajarên Afirîner ava kir, ku 408 bajarên endam ji
100 welatên cîhanê hene, ku 63 ji wan wekî bajarên afirîner yên wêjeyî hatine
nas kirin; ewê balkêş e ku
du bajarên Îraqê wekî bajarên nûjeniya wêjeyî hatine nas kirin; ew jî danpêdanek xerîb e;Bexda di
sala 2005an de û Silêmanî jî di sala 2009.an ji aliyê UNESCO ve wekî Bajarê
Nûjeniya Wêjeyî hatine naskirin, bê guman ew ji bo her du bajaran û ji bo Îraq û Herêma
Kurdistanê destkeftiyek mezin ya çandî û sernavek wêjeyî ya cîhanî bû,bajarê
Sine dahênerê muzîkê ye, û bajarên Kirmaşan û Dîlok (Gazî Entab) dahênerên
xwarinê ne.
Bajarên dahêner di her warî de dibin bajarên xwişk û bira û kar, proje û
çalakiyên xwe parve dikin.
Niha, 63 bajarên wêjeyî yên afirîner li çar aliyên cîhanê bajarên xwişk
û bira ne û çalakiyên xwe yên wêjeyî parve dikin, lê tiştê balkêş ew e ku hem Bexda paytexta
Îraqê û hem jî Silêmanî, paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê,ku Herdu bajarên
nûjeniya wêjeyî xwişkên hev in û di nav sînorên heman dewletê de ne; heya nina wan wek du Bajarên
Afirîneriya Wêjeyî yên UNESCO ti çalakiyên hevbeş nekirine.
Ew dikare bi navê du bajarên afirîneriya wêjeyî were binavkirin,festîvaleke
wêjeyî ya hevbeş û projeyeke wergerandina hevbeş ji Kurdî bo Erebî û ji Erebî
bo Kurdî di bin navên her du bajarên nûjeniya wêjeyî de were lidarxistin û girîngiyê
bi zimanên pêkhateyên din yên wekî Suryanî, Ermenî û Turkmenî jî were dayîn.
Xelateke wêjeyî ya salane bi navê Xelatên Bajarên Afirîner yên Wêjeyê
yên Bexda û Silêmaniyê dikare ji hejmarek nivîskarên Ereb, Kurd û yên din re
were dayîn.
Li Bexda û Silêmaniyê pêşangehên pirtûkan yên mezin dikarin werin
vekirin û wekî du bajarên afirêneriya wêjeyî li her du bajaran konferans, civîn
û hefteyên çandî yên wêjeyî yên hevbeş werin lidarxistin.
Platformeke dîjîtal ya hevbeş ji bo danasîna wêjeya Kurdî, Erebî û
wêjeya pêkhateyên din bi navê her du bajarên afirîneriya wêjeyî jî werin danîn.
UNESCO sernavê bajarê afir;neriya wêjeyî dide, lê afirêneriya wê demê dê
bi heybettir be,ku bajarên
wêjeyî yên afirîner bibin hevkarên rastîn di veberhênana wêjeyî û çandî de.
UNESCO niha Bexda û Silêmanî wekî du bajarên afirêneriya wêjeyî nas
kiriye, ji aliyê pratîkê de, ew hewce ne ku bi hevre kar bikin daku her du
bajarên wêjeyî yên afirîner li çar aliyên cîhanê bêtir bibiriqin.
Bê guman, endamên Tora Bajarên Afirîner, her yek
di warê xwe de, li bajarên cîhanê bi hev re kar dikin; dûrî û
cudahîyên parzemînên wan nebûne asteng, ji ber vê yekê bajarên Bexda û
Silêmanî, ku di nav sînorên dewletekê de ne û ji sala 2019.an vir ve bûne
xwişkên hev yên wêjeyî û ew pir nêzîkî hev in, deriyê kar, proje û çalakiyên wêjeyî
yên hevbeş di rûyê hevdu de vekin.
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

