Sêgoşeya Gilover… Du Zerik
Nêrîn 04:40 PM - 2026-07-27
Kak Osmanek cîranê me bû, ti kar û kasibiyek nedikir, lê
belê her tim pere di berîka wî de hebûn, gelekî baş dijiya, xweş dixwar, şîkpoş
bû, qatên markayî li xwe dikirin, aşiqê bedena xwe bû. Cilên îtûkirî û bîhnên
giranbiha û têoriya xwe ya taybet ji bo jiyanê hebû: «Bes bijî û xweş bijî»
mafê min tune ye ku ez tevlî têoriya wî bibim, jiyana wî ya taybet bû, bi xwe
hilbijartibû. Lê armanca min ew e ku ez bizanim çavkaniya dahata vî zilamî çi
bû? Kesî nedizanî bi çi dijiya, ji ku ve dihat û çawa xerç dikir?.
Her tim berîka wî tijî pere bû!! Bêhna wî xweş û qeşeng bû,
min jî meraq kiribû, di dema giranî û dorpêçên li ser Kurdistanê û Silêmaniyê
de, min sê çar cûre kar dikir, lê belê qet pere jî di destê min de tune bûn.
Sîwana min tune bû, seeta destê min tune bû, bêhn û kolonya min tune bû,
destekî cilên kurdî yên ketafî hebûn, salê carekê li cem terzî min dida
guhertin, ev pêvajo ji bo kesên ku nizanin çi ye: (Rankûçoxe ku aliyekî wê bi
tavê dihat xwarin û rengê xwe winda dikir û kevn dibû, qatê me dibir cem terzî,
aliyê hundir dianî derve, bi vî rengî ji bo saleke din nû dibû).
Bi piyan diçûm û dihatim, lewma binê pêlavên min li cem
nalinger parçe hesin lê dihat danîn, dûrî rûmetê, jê re digotin (nal), wê demê
me bi bizmaran lê dixist û bi teqûteq li ser rêyan em pê dimeşiyan, lê belê ev
kak Osmane tiştekî wiha jî nedikir, nal jî bikar nianî, qaçaxçîtî û kolberî jî
nedikir, nedıçû Kifrî û Serqela sabûn û tayt ji hikûmeta Iraqê bi qaçax bîne,
nedıçû Pêncwên û Kerêçalê, lûle û nuqliyên Mîno bi kol bîne, kak Osman karkerê rakirina
celba bêtonê jî nebû ku gemartirîn û girantirîn dema berê bû, «niha ev pîşe ber
bi nemanê ve diçe». Îcar yê din jî nedikir!!! Giring e ku Osman selamet bê,
bila bajarek bişewite, giring e ku Osman nefewite... Min û ew xelkê jî heta
niha jî, nizanibû ev Osman – ji ber ku ji yekî zêdetir bûn – çawa û bi çi
dijiyan?
Di sala 2003an de ji nişka ve dem guherî û rejîma çil salî
ya Baasê rûxand û text û taca Sedam û darodesteyên wî serûbino bûn, Osman û
Osmanan xwe di nava post û payeyan de dîtin; her postek dihate kolandin Osmanek
ji bo dihat danîn, her Osmanekî jî çendîn postên qebe û zil di hikûmeta nû de
werdigirtin.. Îcar qeder wisa ye ku zarokê nûbûyî heye bi kevçiyê zêr xiyarê
çemerî tê dayîn, heta mirinê peyva (nîne û nabe û me nîne û neke û neçe) nabîne
û nabihîze, zarokê sêwî jî heye wekî Koln Wîlson dibêje ku ji daxistina ji navika
dayika xwe heta ber lêva gora xwe hemû jiyana wî têkçûneke berdewam e...
Em ên kolber, qaçaxçî û karkerên kargehên fafûn, lastîk û
têlên hacêçor, her bûn temaşevan!!! Rûyê bavê serdemekê reş be ku hezar birçî
lê hebin û Osman jî bi milyonan bilîzin û teqînê bikin, îcar ev kak Osmanê
cîranê me û Osmanên din jî, ji piştî rûxandina rejîma berê heta niha, bi
berdewamî di navbera vê postê û wê postê de mijûlî lîstika tawlê û domînoyê ne,
hinek caran heftberdê û hinek caran topanê û helûkînê jî dikin.. Bawer bikin,
lîstikvanekî gelekî mahîr û jêhatî jê derketiye, lê belê kompîla, erzûhal û
nameya pakane û nameya evînê jî, xelk ji bo wan dinivîse!! Îcar qey ev meteloka
segbav çi ye ku kes şîrove nake, eger mesele ne hêkên du zerik nebin... Ev jî dişibe Sêgoşeya Gilover
Rastgotin: Osman û Osmanên di gotarê de derbas dibin (navên
xwazyarin) kes bi rastî navê wî ne Osman e..
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



Aplîkêşin

