Serokê YNKê û Helwesteke Niştimanî
Nêrîn 02:56 PM - 2026-07-20
Piştî belavbûna peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê Bafil Talebanî, ji aliyê beşekî zêde yê rewşenbîr, nivîskar,
medyakar û destbjêra siyasî ya bêalî û serbixwe ve piştgiriyeke mezin lê hat
kirin.
Her wiha bi rêya medyaya nû, raya giştî ya erênî, berfireh û
seranserî hat holê û wekî helwesteke niştimanî, berpirsyarane, wêrekane û
dîrokî hat nirxandin. Lê belê pirs ev e: Çima avaftina herî kêm li ser vê
peyamê kiribe kadro û destebijêra siyasî û rewşenbîrî ya YNKê bû?
Sedema wê bo wê yekê vedigere ku serok Bafil Talebanî bi xwe
pê baş nîne şîrovekirin û ravakirin ji bo peyamên wî bêne kirin û axaftinên
zêdetir li ser bêne kirin, çûnki peyamên wî gelek bi zelalî tên belavkirin û
hewcedarî bi dubare ronkirin û ravakirinê nîne. Lê dema ku me ew hemû peyam,
nirxandin û piştgiriyên berfireh dîtin ku li ser astê derveyî YNKê ji peyamê re
hatin kirin, min bi baş ziman ku bi kurtî li ser peyamê biaxivim û bi şêweyê
xalan dîtina xwe diyar bikim:
-Li gelek rawestgeh û qonaxên dijwar de serkirdeyê siyasî
dişibiya keştîvan (qaptanê) deryayê, dema ku bahoz û firtineyek bihêz rêrewa
pêlên deryayê berevajî dike û metirsiya binavbûna keştiyê çêdike, wê demê her keştîvanek
pêwîstî bi biryareke dijwar û wêrekane hewce ye ji bo rastkirina rêrewa
keştiyê. Lê di wê demê de ne her qaptanek dikare cure biryaran bide; bi vê yekê
jî keştîvanê jêhatî ji qaptanên din tê cûda kirin.
Lê di cîhana siyasetê de jî tam bi heman şêweyî ye. Dema ku
karesatek, cengek, krîzek, an bûyereke metirsîdar rû dide welatekî, di wê demê
de serkirdeyê rastîn derdikeve holê ku bikaribe biryareke dijwar bide û hewl
bide metirsiyan ji ser gel û niştimana xwe dûr bixe, bêyî ku bifikire li ser
metirsiyên wê biryarê ji bo ser berjewendiyên xwe, û pêşengiyê hildibijêre;
encama wê çi dibe bila bibe, berpirsyariya wê hildigire. Ev jî taybetmendiya
serkirdeyê rastîn e ku di qonaxên dijwar de ji serkirdeyên din cûda dibe an jî
cûda dibin.
Bi vê şêweyê, dema ku serwerî û ewlehiya netewî û niştimana
me ket ber metirsiyê, serok Bafil Talebanî peyameke gelekî eşkere belav kir ku
beşek ji bo derve û beşa duyem jî ji bo navxweyê Herêmê bû; beşek nerm, beşa
din tund; beşek dîplomatîk û beşeke din dilgiranî; beşek nîşandana metirsiyan,
beşa duyem jî çareserî.
Peyam gelek bi aşkereyî ji raya giştî ya Kurdistanî, herêmî
û cîhanî re dibêje:
- Raste me
ji destpêka şer ve bêalîbûna xwe ragihandiye û em naxwazin bibin beşek ji
şer, û baştirîn bijarde encamdana danûstandin û çareserkirina kîşeyane bi
aştî.
- Çu alî
bi şer serkeftî nabe û berjewendiyên hemû aliyan bi aştıyê tên parastin.
- Hemû
hewla me ji bo dûrxistina şer e ji nav mala xwe; lê dema ku ewlehî û
serweriya welatê me bikeve metirsiyê, wê demê em nikarin bêdeng bin û
helwesta me ya cidî dê hebe.
Raste
li navxweyê Herêmê pirsgirêk û nakokiyên me zêde ne, lê dema ku hewlek ji
bo binavkirina keştiya me hebe, wê demê em çav li nakokiyan digirin û em
hemû bi hev re hewla parastina keştiyê ji binavbûnê didin. Çunki di dema
binavbûnê de ne tenê kesek an aliyekî siyasî rastî xeniqîn û ziyanê dibe,
belku em hemû, gelê me bi hev re dixeniqin. Ji bo vê yekê em dibin keştîvanekî
wêrek û biryarê didin ku em pêlên deryaya metirsiyê bibirin û bigehêjin
kenarekî ewle.
- Raste
nakokiyên me hene, lê welatê me yek welate, gelê me yek gele, Herêma me
yek çarenûs heye. Li her cihê welatê me aramî bê tekdan ji bo me yeke û em
çu cûdakariyê di navbera bajar û bajarokên Kurdistanê de nakin û erka me
hemûyane ku em bi hev re Herêma xwe biparêzin.
- Raste
di navxweyê me de nakokî hene, lê dema ewlehiya me ya niştimanî bikeve
metirsiyê, wê demê hewce ye em nakokiyan deynin aliyekî û bi yekgirtî,
yekhelwestî û yekxîtabî rêgiriyê li wan metirsiyan bigrin, rûbirûyî
alîngariyan bibin û derfetan di nav alîngariyan de bibînin.
- Raste
sînorê Silêmaniyê hat bombardimankirin, lê em tenê navê Silêmaniyê
nayênin, belku em dilgiraniya xwe ji bo bombardimankirina hemû navçeyên
Herêma Kurdistanê nîşan didin.
Kak Bafil bi rêya vê peyamê ji hemû aliyên navxweyî û
derveyî re dibêje: Di vê qonaxa sext û dijwar de çavê me li berjewendiya şexsî
û hizbî nîne; berjewendiya bilind a niştimanî, serweriya welat û aramiya gelê
me li seranserî her berjewendiyeke dine û di wê rêyê de ez amade me biryarên
dijwar bidim.
Bi vê helwesta niştimanî, serokê YNKê dîrokeke geş ji bo xwe
û hizba xwe tomar kir û piştgiriyeke bihêz û berfireh ji destebijêra siyasî,
rewşenbîrî û medyayî bi dest xist û piştrast kir ku ew li ser rêbaza serok Mam
Celal berdewam e.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

