Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27
Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî di bîranîneke xwe de ku ji
bo (kovara Xak) re vegotiye, behsa çawaniya nasîna hunermendê navdar ê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê (Hesen Zîrek) dike.
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
"Di bihar û havîna sala xwendinê ya 1954-1955`an de, ez
bi hevalê xwe yê kevin birêz (Mistefa Keredaxî) re ku nû ji Amerîkayê
vegeriyabû, di odeyekê de li hotêla (El-Şemal Elkebîr) ya rehmetî (Kak Heme) de
dijiyan.
Hesen Zîrek wek karker di wê otêlê de kar dikir. Ez jî weke
ciwanekî çepgir ku xwe Marksîst dihesiband, ez bi hişyarî û birêxistinkirina
karkeran mijûl dibûm. Ji ber vê yekê ez pê re bûm heval. Dema ez hîn bûm ku ew
jî (Hesen Zîrek) kurdekî Kurdistana Îranê ye, êdî tirsa min nema ku ew sîxurê
Iraqê be. Ji ber vê yekê min xwe zêdetir nêzîkî wî kir û pêre ketim nîqaşan û
bi rêya kurdayetiyê min ew ber bi xweve kişand. Heta ku weha lêhat ku min
belavokên nehênî (bi dizî), çi yên me û çi yên partiyên din, li cem wî dihîşt û
wî ew ji min re li oda jorîn a otêlê, li ser banî, ku piraniya nivînan tê de
bûn, vedişart.
Hin şevan dema ku karê wî kêm dibû dihate çem min li odeya
min, heta rojekê ez bi serde çûm ku wî strana (Kîjan Diçine Mêrgolan – keçik
diçine zozanan) distira. Min jî guhê xwe dayê û gelekî kêfa min jêre hat. Êdî
min pîrozbahî lê kir û min ew teşwîqî stran gotinê kir. Dema ku bi şev dihate
odeya min, min jê dixwest ku stranekê ji min re bêje. Bi rastî gelekî min jê
hezkir. Wî jî hindek stranên din ên folklorî ên Kurdî ji min re digotin ji wan
jî strana (Desmal Herîrî Sore) gelekî min jê hezkir.
Êdî roj bi roj
têkiliya min û kak Hesen Zîrek, him heval û hem jî dengxweş xweştir û xweştir
dibû. Ew jî şeva ku karê wî sivik dibû,
dihat odeya min û stranên xweş ji me re digotin. Piştî demekê min dît ku
dengekî wî yê xweş heye, nemaze di stranên gelêrî yên kurdî de şarezayiyek baş
heye. Ji ber vê yekê ket serê min ku ez dengê wî bighînim radyoyê. Ji ber vê
yekê ez rabûm çûm cem xizmê me birêz (Arif Talebanî), ku wê demê ew mufetîşê
îdarî bûye li Wezareta Navxwe ya Êraqê ku pir dostê rêvebirê îzgeha Kurdî a
Bexdadê bûye. Min ji kak Arif re behsa Hesen Zîrek û stranên wî kir. Wî xwest
ku em vê yekê bigihînin îzgeha kurdî li Bexdadê. Ji ber vê yekê wî li pêşberî
min bi rêveberê radyoya kurdî re axivî û wî qebûl kir. Ji min xwest ku ez Hesen
Zîrek bibim cem wî û ew ê biceribînin. Ez çûme otêlê û min ew mizgînî da (Hesen
Zîrek). Ji xweşiyê lingên xwe li erdê negirtin. Roja duyem dema min ew bi xwe
re bir ezmûna radyoya kurdî a Bexdadê, pir li ser xwe ket ezmûnê û biser ket.
Ji wê rojê û pê de, bi şertê ku heftê carekê biçe stranan bêje û her carê
sê-çar dînar jê re were dayînê, wek dengbêj hat girtin. Ew pere wê demî pir pir
bû. Ji ber ku ji bilî xwarin û razanê wî sê dînar ji otêlê werdigirt.
Bi vî awayî Hesen Zîrek bû dengbêjê Radyoya Kurdî ya
Bexdadê. Rewşa wî a madî jî baş bû. Her bi saya xebatgîriyê de jî min Hesen
Zîrek bi kak (Hesenê Sor) da naskirinê ku ew jî li ba kak Brahîmê Misewir
karker bû. Min ew herdu di şaneyekê de kom dikirin. Herdu jî bûne rêheval û
paşê Hesen Zîrek bi xwişka Hesenê Sor re zewicî.
Her çend ev rastî cara yekeme tên weşandin jî, haya xanima
Hesen Zîrek jê vê yekê heye, rehmetî hevjîna Hesen Zîrek bi xwe carekê behsa vê
yekê kiriye, lê ji ber ku di dema Şah de newêrîbû navê min bîne ziman, dibêje
ew kesê ku Hesen zîrek biriye radyoyê jêre digotin MAM!."

PUKMEDIA/ Kovara Xak jimare 41/ Kurdistanî Nwê
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

