Kurd hevbeşê vê welatî ne, yan tenê beşdar in?
Nêrîn 02:13 PM - 2026-05-25
Di van rojên dawî de, danûstandineke berfireh tê kirin li
ser awayên cîbicîkirina fermana serokatiya sûriya ya katî, ku bi hijmara (143),
di roja (19 Tebaxa 2025)’an de hatye imzekirin û belavkirin, û di vê fermanê de
rewşa hilbijartinên Encûmena Gel ya demkî li Sûriya, û şêweyên beşdarîkirinê di
van hilbijartinan de hatiye diyarkirin. Ev encûmen ji (210) endaman pêk tê, ku
bi awayekî ne rastûxo têne hilbijartin. Serokê demkî yê Sûriya yek li ser
siyan, wate (70) endamî ji van endaman, ew bi xwe destnîşan dike, lê du li ser
siyan yên din, wate (140) endam, bi awayekî ne rastûxo, û bi rêya desteyên
xwecihî yên hilbijartinan têne destnîşan
kirin.
Diyare, yek ji pirsgirêkên serekî û asê, ku di van
gengeşeyan de li ser wan tê rawestan, pirsgirêka beşdariya miletê kurde. ji ber
ku ew diwem pêkhateya neteweyî ya mezine li Sûriya, û rêjeya wî li ser astê
welêt zêdetire ji (15%). Û bi rastî jî, awayên birêvebirina van hilbijartinan
bêtir li destnîşankirinê diçe, ne li hilbijartinên demokratî yên ku divê bibin
dergehekî serekî ji bo hilbijartina nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên civaka
Sûriyeyê bi awayekî yeksan û dadperwerî.
Her çende zaniyarî û amareyên rast û durust li ber destan
tunene, ku em bi riya wan bikaribin mezinahî û qebareya rasteqîne ya hebûna
miletê kurd li Sûriya diyar bikin. Her wiha, ev hebûn ketiye ber pêlên herî
dijwar yên siyasetên erebkirinê û guhertinên demografî ku hatine meşandin û
cîbicîkirin li ser destê rejîmên şovenî li Sûriya, lê belê hîna jî kurd li
herêmên xwe yên dîrokî zorînê û piraniyê pêktînin, mîna Cizîrê, Kobanê û
Efrînê. Ev ji bilî hebûna komelgihên kurdî yên mezin li bajar û herêmên Sûrî yên
dinê, mîna Şam, Heleb, Hema, Lazkiye û Reqayê. Lewma, pêwîste ev hebûna
neteweyî li ber çavan were girtin. Ji ber ku her dûrxistinek yan
piştguhxistinek ji vê hebûnê re, dê van hilbijartinan, mîna hemî hilbijartinên
berê, bigihîne dergehekî girtî, û hîç encamekî baş ji van hilbijartinan dernaçe
ji bilî encûmenekî pûç û seqet û yek reng, ku nûneratiya pêkhatiyên neteweyî û
civaka niştimanî ya resen qet nake.
Di vê dema ku welatê me di qonaxeke dijwar û metirsîdar de
derbas dibe, pêwestiya me gelekî bi avakirina perlemanekî rasteqîne heye, ku bê
cudahî û bê dûrxistin, nûneratiya hemî pêkhateyên miletê Sûriya bike, û karibe
pêvajoya siyasî vegerîna ser rêya wê ya rast û durist. Her wiha divê erkê vî
perlemanî amadekirin û dariştina destûreke nûjen be ji bo avakirina welatekî
nenavendvî li ser bingehên demokratî, ku dad û wekhevî tê de serdest bin, û
dûrbe ji sitem û zulim û zordariyê, û mafên mielê kurd yên neteweyî li Sûriyeyê
bi awayekî destûrî têde were naskirin û danpêdan.
Lê mixabin, wan komîteyên hilbijartinan ku bi şêweyên ne
durist li herêmên kurdî hatine avakirin, taybetmendiyên miletê kurd yên
neteweyî li wan deveran li ber çavan ne girtine û binpê jî kirine, tevî ku
hejmara rasteqîne ya vî miletê resen ji pênc milyonî zêdetire li Sûriya. Û
berûvajî vê rastiyê, bi tenê hijmareke gelekî kêm ji kursiyan hate destnîşkirin
ji bo kurdan li wan deveran. Ev ji bilî piştguhxistina komelgihên kurdî yên din
li seranserê welêt. Ev kiriyara şofînî qet ne li gorî hebûna kurdan ya rasteqîneye,
û ne jî li gorî qebareya fedakariyên wan yên bêpîvan, ku di şerê li dijî tîrorê
de pêşkêş kirine. Ev mêjiyê qirêj yê vê desthilata demkî ku ji qutabxaneya
Be’is fêrbûye, wê bibe sedema girtina dergihan li pêşiya hevbeşiya rasteqîne ya
miletê kurd di tevaya pêvajoya siyasî de, û dûrxistina rola wî ya çavrêkirî di
avakirina Sûriyeya nû de. Û dergeh bi tenê vekirî dimîne ji bo beşdariyeke qels
û lawaz û ne fermî.
Di beramberî vî mêjiyê nijadperest û şofînî de, ku kurdan
hevbeşê vî welatî nabîne, lê bi tenê wan weke beşdar temaşe dike, pêwistiya wan
bi helwesteke kurdî hevbeş heye, ku karibe heybeta siyasî û cemaweîr ya tevgera
kurdî vegerîne, ku êdî nêzîkbûye rêza xwe ji dest bide ji ber perçebûn û
dubendiya dinav rêzên wê de. Her wiha kêberkî û rikberiya di navbera hin aliyên
vê tevgerê de û hreildanên wan bi şêweyekî takrewî li ser bidestxistina wan
kursiyên hindik û kêm. Ev li şûna ku bi hevre karbikin ji bo çalakirin û
aktîvkirina şanda kurdî ya hevbeş, ku di encama konferansa 26 Nîsana 2025’de
hatiye pêkanîn, û bi hevre fişarxistine ser desthilata demkî ji bo
bidestxistina nûneratiyeke rasteqîne, ku bi qasî qobaniya miletê kurd û rola wî
ya neteweyî be.
22/5/2026
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)

Aplîkêşin

