Firat Cewerî nameyek ya ronakbîr Dr. Kemal Fuad aşkira dike
Nêrîn 12:56 PM - 2026-03-26
Romannivîs û Nivîskarê navdarê kurd Firat Cewerî nameyeke ronakbîr Dr. Kemal Fuad ji arşîva xwe derdixe ku taybet jêre bi kurdiya latînî nivîsiye, Cewerî weha dibêje:
"Min îro di arşîva xwe de ev nameya Dr. Kemal Fuad dît. Name di sala 1984an de hatiye şandin.
Dr. Kemal Fuad kî ye?
Dr. Kemal Fuad siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e ku di sala 1932an de li Silêmaniyê hatibû dinyayê. Ew yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû. Di salên 1950an de, ji bo perwerdeyê çûbû Almanyayê û li Zanîngeha Humboldtê xwendibû. Di sala 1970an de doktoraya xwe di şaxê felsefeyê de kiribû. Di sala 1956an de Komeleya Xwendekarên Kurd damezirandibû.
Di salên 1970an de vegeriyabû Kurdistanê û li Zanîngeha Silêmaniyê xebitîbû. Dû re vegeriyabû Berlînê da ku xebata xwe ya akademîk û siyasî bidomîne. Piştî sala 1991ê, ew vegeriyabû Herêma Kurdistanê û wek serokê koma PUKê li parlamentoyê xebitîbû. Wî gelek berhem li ser dîrok, ziman û siyaseta kurd nivîsandine.
Di sala 2014an de hezkirên xwe di nav xemgîniyê de hişt û koça dawî kir.
PUKMEDIA/ XELAT
zêtir bibînin
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.jpg)
Aplîkêşin

