Efrîna min negirî
Nêrîn 11:46 AM - 2025-12-09
Dilê min melorîne û meke qêrîn û hawar
Stûyê xwe
netewîne…
Firmêskên
xwe bi hêviyê paqij bike...
Hesretên
te, rojekê dê bi dawî bibin…
Ez berge
nagirim ku firmêskên te biherikin,..
Bila
neyarên me kêfxweş nebin…
Zû
firmêskên xwe paqij bike...
Negirî,Kelha
Nebî Horî ya min,..
Rojekê tu
dê vegere ji bo Efrîniyan..
Negirî,
kelha Seman ya min…
Negirî,
dilê min, rojekê tu dê vegere…
Tu her
strana azadî û hesretê dilê me...
Tu bê
navber di dilê me de lêdide...
Negirî,
Efrîna min, rojekê tu dê vegere...
Hez nakim
tu bigirî...
Dizanim ku
tu jî wek min birîndarî...
Lê êdî
stêrk li esmanên geşbîniyên li asoyê azadiyê digirin...
Û digel
me hevaltiyê dikin…
Daku
em xemgîn nebin…
Birûsk
dilê me yê tarî ronî dike…
Em
bawerin tu rojekê vegerî...
Me gelek
şevên tarî di zîndanên ne dadperwerî…
Sitemkariyê
de derbas kirin...
Çavên me
ji nebûna te kor bûn...
Zimanê me
lal bûn…
Lê xemgîn
nebe...
Heta
dildarên te hebin…
Û pelên
darên Zeytûnên te …
Di hemû
demsalan de Kesk bin…
Rojekê tu
dê vegerî…
Raste…
Gelek kes
hatin kuştin …
Darên
Zeytûnên te hatin birîn...
Şûnwarên
te hatin talankirin...
Û rûxandin…
Lê neyar
nizanin ku Efrînî çiqas bêne kuştin …
Ew mîna
tovan in ku bi sedan kes li cihê xwe şîn dikin...
Heya
darên Zeytûnên te di çar demsalan de Kesk bin…
Tu dê her
şîn û geş bibe û namire...
Heya
çiyayên Hawar û Lêlonê pişta te bin…
Heya ku
Efrîn afrandin be…
Hêvî û
xeyalên neyaran dê pûç bibin…
Pûç
bibin...
Pûç
bibin...
06-12-2025.Şemî
zêtir bibînin
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



Aplîkêşin

