Parlamento mêvandariya wezîrê darayî û parêzgarê banka navendî dike

Kurdistan 12:21 PM - 2026-10-08
Civîna Encûmena Nûneran Ajans

Civîna Encûmena Nûneran

Biryare îro pêncşemê Encûmena Nûneran, Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî mêvan bike ji bo gotûbêjkirina biryara hikûmeta fîdral a derbarê sererastkirina nirxê dolar de.

Di wê warê de Dr. Biryar Reşîd endamê Encûmena Nûneran ji fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re ragihand: Encûmena Nûneran di rûniştina roja çarşemê de, encamên biryara hikûmeta fîderal bi armanca sererastkirina nirxê dolar gotûbêj kir.

Wî herwiha got: Serokatiya Encûmena Nûneran li ser daxwaza hejmarek parlamenteran biryar da ku her yek ji Wezîrê Darayî Falih El-Sarî û Parêzgarê Banka Navendî Nîzar Nasîr mêvan bike ji bo gotûbêjkirina vê biryarê, sedemên derxistina wê û mezinahiya bandora wê li ser rewşa jiyana welatiyan.

Ev di demekê de ye ku Banka Navendî ya Îraqê roja çarşemê ragihand ku nirxê guhertina dînara Îraqî li hember dolarê Amerîkî ji roja çarşemê 7ê Çiriya Pêşîn a 2026an ve tê sererastkirin, bi vî rengê jêrîn:

Nirxê kirîna dolar ji Wezareta Darayî: 1500 dînar ji bo her dolarekî.

Nirxê firotina dolar ji bankan re: 1510 dînêr ji bo her dolarekî.

Nirxê firotina dolar bi kaş: 1520 dînêr ji bo her dolarekî.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket