Fraksiyona YNKê daxwaza lêpirsînê derbarê birîna daran li Badînanê dike

Kurdistan 03:40 PM - 2026-10-07
Logoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

YNK

Serokê fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyek şopandinê di her du komîteyên çandinî, ewlehî û parastinê de dike ji bo eşkerekirina rastiyên birîna daran li parêzgeha Duhokê ji aliyê artêş û kompaniyên Turkî ve.


Herêm Kemal Axa, Serokê fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parlemana Îraqê,daxwaza pêkanîna komîteyek şopandinê ji her du komîteyên Çandinî, Ewlehî û Parastinê kir ji bo eşkerekirina rastiyên birîna daran li parêzgeha Duhokê ji aliyê artêş û kompaniyên Turk ve.

Di daxwaza xwe de, serokê fraksiyona YNKê tekez kir ku ev reftar gefên cidî li ser jîngeha xwezayî, tenduristiya welatiyan û ajalên herêmê çêkiriye û bûye sedema ne razîbûnên berfireh,ev herêm di nav kerta fermandariyê ya Hêzên Sînor yên Wezareta Karên Hundir ya Îraqê de ye ji ber vê yekê, wî li gorî xala 33 ya Destûra Îraqê û Yasaya Parastina Jîngehê ya Hejmar 27 daxwaza rêkarên lezgîn ji bo parastina jîngeha Badînanê kir.

Ev daxwaza fraksiyona YNKê di demekê de tê ku belavbûna vîdyoyên kamyonên daran li gundên Amêdî û Berwarî Bala bûye sedema karvedanên berfireh,her çend parêzgarê Duhokê înkar kir ku li herêma wan dar hatine birîn jî,lê muxtarê gundê Erednê û wêneyên satelîtê birrîna daran ya berdewam ji aliyê artêşa Turk û peymankarên Turk ve piştrast dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket