Silêmanî ji bo demsala baranê amadekariyan dike

Kurdistan 09:17 PM - 2026-10-06
Amadekariyên ji bo rûbirûbûna metirsiyên lehiyê Taybet

Amadekariyên ji bo rûbirûbûna metirsiyên lehiyê

Silêmanî

Rêveberê Nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca amadekariyên li dijî metirsiya lehiyê digel rayedarên bajarê Silêmaniyê civiya.

Îro Sêşem rêkefta (06-10-2026) .an civînek bi serokatiya Eta Mihemed, Rêveberê Nivîsgeha Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,bi amadebûna parêzgara Helebce, cîgirê parêzgarê Silêmanî, çavdêrê rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê, şaredarên şaredariyên Silêmanî, Helebce, Raniyê û Kelarê, rêveberên giştî yên şaredariyan, nûavakirin û rêyan pêk hat.

Civîn bi armanca amadekariyên ji bo demsala baranê ya îsal û çareserkirina egera dirustbûna lehiyê bû;her di civînê de li ser dabînkirina budçeyê û pêdiviyên dezgehan ji bo çareserkirina metirsiyên lehiyê, paqijkirina kenalîzasyonan û rakirina zêdehiya li pêşiya rêyên avê gotûbêj hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket