Çar xwendekarên Kurd li Siûdî pileya bilind bi dest xistin

Kurdistan 02:35 PM - 2026-10-06
Xwendekarên Kurd li Siûdî Taybet

Xwendekarên Kurd li Siûdî

Xwendekar

Çar xwendekarên Kurd li Erebistana Siûdî di pêşbirka bîrkariya hizrî ya ji bo lûtkeya welatên Ereb de, karîn di nava 210 beşdaran de pileya bilind bi dest bixin; ku sê xwendekarên wan ji qezaya Pîremegrûnê ne û yê din ji parêzgeha Hewlêrê ye.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Alan Heme Seîd Salih, di daxuyaniyekê de da zanîn ku pêşbirka bîrkariya hişî ya ji bo lûtkeya welatên Ereb li welatê Erebistana Siûdî bi beşdariya 210 xwendekaran ji welatên Kurdistan, Erebistana Siûdî, Cezayîr, Tûnis, Misir, Sûdan, Filîstîn, Îraq û Mexribê hat lidarxistin.

Her wiha diyar kir ku çar xwendekarên Kurd mil bi milê welatên din bi alayê Kurdistanê beşdar bûn û encamên pir baş tomar kirin; ku xwendekarekî wan ê ji Hewlêra paytext bi navê Ebdulrehman Araz ku li Xwendina Cambridge dixwîne, karî di asta herî zehmet de, yanî di asta H de, pirsên herî zêde bersiv bide û pileya yekem a zêrîn a bilind bi dest bixe.

Di heman demê de, sê xwendekarên din jî ji navçeya Pîremegrûnê ya Silêmaniyê bûn ku ev in: Hamno: di asta F de pileya zêrîn bi dest xist, Rovar: di asta C de pileya zêrîn bi dest xist, Ravel: di asta G de pileya zîvîn bi dest xist.

Ev di demekê de ye ku ev pêşbirk ji bo sala duyem a li pey hev e ku xwendekarên Kurd beşdarî vê şampiyoniyê dibin û encamên serketî tomar dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket