Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî sê rojên din hat dirêj kirin
Kurdistan 08:34 PM - 2026-08-22
Taybet
Wêneyê Pêşangehê
Biryar hat dayîn ku, Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ku
di bin dirûşma "Pirtûka kurdî ziman û nasnameya me ye" de hate
vekirin, dê ji bo sê rojên din were dirêjkirin û serpereştiyarê pêşangehê
ragihand: 30 hezar pirtûk hatine firotin û nivîsgeha Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad
Talebanî hezar pirtûk ji bo pirtûkxaneyên giştî yên bajar û bajarokan dikire.
Serpereştiyarê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê
Silêmaniyê, Rewez Hemesalih, da xuyakirin ku Nivîsgeha Cîgirê Serokwezîrê
Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî biryar da ku ji navend û dezgehên cuda yên
pêşangehê hezar pirtûkan bikire da ku bide pirtûkxaneyên giştî yên bajar û
bajarokan û ev gav cihê spasiyê ye.
Îşev Şemî, 22.08.2026an, di kongreyeke rojnamevanî de, Rewez
Hemesalih diyar kir ku piraniya armancên pêşangehê pêk hatine û tevî ku îro
roja dawî ya pêşangehê bû jî, li ser daxwaza gelek xwendevanan wan biryar daye
ku Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî li Silêmaniyê sê rojan dirêj bikin; lewma
pêşangeh dê heta 25ê Tebaxa 2026an, demjimêr 11ê şevê vekirî bimîne.
Her wiha da zanîn û got: Di nava van 10 rojan de zêdetirî 30
hezar pirtûk hatine firotin em li bendê bûn ku hejmareke mezintir bifiroşin, lê
ji ber hin rewşan di vê astê de ma ye.
Rewez Hemesalih eşkere kir ku ev pêşangeh bi beşdariya
zêdetirî 45 navend û dezgehên çap û weşanê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê
hatiye vekirin û di dema niha de jî ew amadekariyan dikin daku di sala pêş de
navend û dezgehên çap û weşanê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî tê de beşdar
bibin.
Ev yek di demekê de ye ku Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî
di bin navê "Pirtûka kurdî ziman û nasnameya me ye" de di 13ê Tebaxa
2026an de li Family Mall a Silêmaniyê hatibû vekirin. Biryar bû ku ji bo dema
10 rojan heta îro (22.08.2026) demjimêr 11ê şevê berdewam be, lê niha hate
biryar kirin ku dema pêşangehê sê rojan were dirêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

