Navenda Celteya Mejî ya Silêmaniyê digihîje asteke cîhanî
Kurdistan 09:06 AM - 2026-08-22
Ragihandina Nexweşxaneya Şar
Nexweşxaneya Şar
Navenda Celteya Mejî ya li Nexweşxaneya Fêrkariyê ya (ŞAR) a
bajarê Silêmaniyê, cara yekemîne li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê,
bawernameya naskirina navneteweyî ji Rêxistina Cîhanî ya Celteya Mejî (World
Stroke Organization - WSO) wergirt û wekî navendeke sereke ya taybetmend
(Essential Stroke Center) bi kalîteya cîhanî hate naskirin.
Ev destkeftiya dîrokî piştî wê yekê hat ku tîmên pispor ên
rêxistinê gelek caran serdana bajarê Silêmaniyê kirin û lêkolîn û nirxandineke
meydanî ya hûr ji bo hemû beş û şiyanên bijîşkî yên navenda celteya mejî li
nexweşxaneya ŞAR pêk anîn, di encamê de, wan asta bilind û pabendbûna tam a
navendê bi pîvanên cîhanî yên çavdêriya bijîşkî û pêşkêşkirina çêtirîn
xizmetguzariyan ji bo nexweşan pesend kirin.
Bi vî rengî, Navenda Celteya Mejî ya li Nexweşxaneya ŞAR bû
yekem navenda hikûmî li ser asta Îraq û navçeyê ku karîbû vê bawernameya
navneteweyî bi dest bixe, ku demê destûra wê ji 21ê Tebaxa 2026an heta 20ê
Tebaxa 2029an berdewam dibe. Ev gav asta xizmetguzariyên tenduristiyê yên
Silêmaniyê dibe qonaxeke bilindtir û nexweşxaneya (ŞAR) dike navendeke pêbawer
û hêjayî serbilindiyê li ser asta navçeyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

