Letîf Nêrweyî: Serok Bafil ji hestiyariya rewşa navçeyê fêm dike
Kurdistan 01:46 PM - 2026-08-20
PUKMEDIA
Latîf Nêrweyî
Letîf Nêreweyî berpirsê borda ragihandinê ya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand: Serdanên berdewam ên Serok Bafil Celal
Talebanî bo Bexdayê di çarçoveya bicihanîna berpirsiyariyeke nîştimanî de ne,
ji bo çêkirina yekdengî û yekrêziyê di navbera serkirdeyên bilind ên Îraqê de,
bi mebesta rûbirûbûna aloziyên siyasî û ewlehiyê û parastina berjewendiyên
Herêmê û Îraqê di vê rewşa hestiyar a navçeyê de.
Letîf Nêreweyî, endamê serkirdayetiyê û berpirsê borda
ragihandinê ya YNK, li ser civînên Bafil Celal Talebanî, serokê Yekîtiya
Nîştimanî ragihand: Armanca Serok Bafil di serdanên wî yên berdewam bo Bexdayê
de ew e ku her gava pirsgirêkeke mezin a siyasî û ewlehiyê çêdibe yan jî
peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê aloz dibin, Serok Bafil serdana Bexdayê
dike û di hestiyariya rewşa navçeyê de digihîje fêmkirinê û çareserkirina
pirsgirêkan wekî beşekî ji erkên xwe dihesibîne.
Wî her wiha ragihand: Di serdana xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê
de, Serok wekî bicihanîna berpirsiyariyeke nîştimanî, rêze civîn bi serokên
bilind ên Îraqê re pêk anîne, ji bo çêkirina kodengê, yekrêziyê û lihevkirineke
li ser çawaniya serketinê bi ser pirsgirêkan de û rûbirûbûna wê rewşa ku di
navçeyê de çêkiriye.
Her wiha da xuyakirin: Çawa ku di destpêka şerê navbera
Amerîka û Îranê de Serok Bafil serdana Bexdayê kir û bi serok û serkirdeyên
beşekî pir ji aliyên siyasî yên Îraqê re civiya û karîbû hevdengekê çêke û
peyama wê yekê bigihîne wan ku di vê rewşê de ji bo berjewendiya Îraq û Herêma
Kurdistanê pêwîst e bêalîbûnê hilbijêrin, di vê demê de jî Îraq û Herêma
Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibin, bi awayekî ku niha rewş ne şer
û ne aştî ye, di heman demê de şerê aborî û şerê navbera Amerîka û Îranê li
navçeyê berdewam in û rewş di guhertineke berdewam de ye. Ji ber wê jî Serok
Bafil hewldanên xwe ji bo derbaskirina rewşê di berjewendiya hemû aliyan de
xurtir kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

