Borda Ragihandinê amadekariyan ji bo serketina pêşangeha pirtûkan li Silêmaniyê xurt dike

Kurdistan 09:44 PM - 2026-08-16
Borda Ragihandina YNK PUKMEDIA

Borda Ragihandina YNK

Borda Ragihandinê amadekariyan ji bo vekirina mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan dike
Amadekariya vekirina mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan li Silêmaniyê tê kirin, di wê çarçoveyê de jî, Letîf Nêrweyî berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtî pêşwazî li berpirsên Wezareta Rewşenbîrî û tîmê rêxistinkirina pêşangehê kir.

Ji bo armanca amadekariya vekirina mezintirîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Silêmaniyê, îro 16ê 8ê 2026an, Letîf Nêrweyî, berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi hejmarek ji hevalên Borda Ragihandinê re, pêşwazî li her yek ji Êrîvan Sîweylî rêveberê ragihandin û çap û belavkirinê yê Silêmaniyê û nûnerê Wezareta Rewşenbîrî, û Hesen Rehîm berpirsê Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, ligel tîmê rêxistinkirina pêşangehê kir.

Biryare di pêşerojeke nêzîk de ev pêşangeha navneteweyî ya mezin a pirtûkan li bajarê Silêmaniyê were vekirin û di vê civînê de gotûbêj li ser çawaniya baştirkirina birêveçûn û serkeftine karên pêşangehê hat kirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket