Partiya Çep a Norwêcî piştgiriya bi cîhankirina cenosîda Kurdistanê dike

YNK 09:07 PM - 2026-08-14
Wêneyê Civînê PUKMEDIA

Wêneyê Civînê

Endamê serkirdatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berpirsê Bordê Navendên Derve Salar Mehmûd, serdana nivîsgeha sereke ya Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê (SV) li paytexta wî welatî Osloyê kir û ji aliyê berpirsê peywendiyên derve yê wê partiyê Jermund Skaar ve hate pêşwazî kirin.

Di civînê de ku Rizgar Horênî û Şaxewan Herkî jî amade bûn, berpirsê navenda derve spasiya partiyên Norwêcî kir ku di sala 2012an de rola wan di naskirina cenosîda Helebceyê de ji aliyê Parlamentoya Norwêcê ve hebû, bi taybetî endamên berê yên parlamentoya Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê ku serdana Helebceyê kiribûn û roleke girîng di naskirina wê dozê de lîstibûn ku Jermund Skaar jî yek ji wan parlamenteran bû.

Ji aliyê xwe ve Jermund Skaar ragihand: Ewê berdewam bin li ser gotûbêjkirina zêdetir derbarê rêgirtina li ber metirsiyên dubarebûna tawanên navneteweyî li dijî gelê Kurdistanê.

Her wiha  Jermund Skaar, spasiya serdana berpirsê navenda derve kir û behsa pêgeh û bandorên baş ên revenda kurdî li welatê Norwêcê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket