Li Reqa welatiyekî Kurd hat revandin

Kurdistan 06:21 PM - 2026-08-09
Bajarê Reqa Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan

Bajarê Reqa

Li bajarê Reqa û gundewarên derdora wê, di nav nezelaliyên li ser nasnameya sûcdaran û çarenûsa revandiyan de, nemaze ji ber ku di bûyerên berê de mîqdarên mezin yên pereyan hatine xwestin, revandinên ku sivîlan armanc digirin berdewam in.

Şeva borî, kesên nenas welatiyekî Kurd dema ku li ber mala xwe li bajarê Reqayê bû revandin û birin cihekî nenas û heta niha tu agahî li ser çarenûsa wî an jî aliyê li pişt revandina wî ne hatiye wergirtin.

Li gorî agahiyan, revandar berî ku bi kesê revandî re ji cihê bûyerê derkevin, di Cîbeke reş ya Toyota Veracruz a bê plaqe de bûn, lê nasnameya wan û partiya ku ew jê ne hîn nayê zanîn.

Zilamê revandî li bajêr xwediyê firoşgehekê ye ku pakêtên Înternetê difiroşe û torên înternetê tamîr dike,sedem û mercên revandina wî hîna ne diyar in, ji ber ku ti agahî li ser cihê girtina wî an rewşa wî tune ne.

Ev bûyer di demekê de tê ku li bajarê Reqa û gundewarê wê welatiyên Kurd û ciwanên din têne revandin û ev yek dibe sedema ne zelaliyê li ser nasnameya berpirsên hejmarek ji van operasyonan û aliyên li pişt wan, ku ev yek jî dibe sedema tirs û fikarên zêdetir di nav niştecihan de.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket