Sûriyê û Rûsya li ser rêkxistina hebûna Rûsya li Hemîm û Tartusê li hev kirin

Cîhan 05:22 PM - 2026-08-09
Dewriyek Rûsya li Sûriyê AFP

Dewriyek Rûsya li Sûriyê

Hikûmeta Sûriyê îro roja Yekşemê ragihand ku piştî nêzîkî 18 mehan ji danûstandin û hevdîtinên di navbera her du aliyan de, wan bi Rûsya re peymanek lihevkirinê îmze kiriye daku hebûna Rûsya li peravên Sûriyê ji nû ve rêk bixe.

Beşa Medya û Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve û Koçberên Sûriyê diyar kir ku ev yadeşt taybetmendiyên qonaxa bê ya têkiliyên Sûrî-Rûsyê destnîşan dike û rêziknameyên nû yên derbarê tesîsên Rûsî yên li Hemîm û Tartûsê de li xwe digire.

Li gorî yadeştnameyê, dewleta Sûriyê dê tesîsên sivîl, di serî de Baregeha Esmanî ya Hemîm û çaremîn bendera bazirganî li bendera Tartûsê, bi entegrekirina wan gav bi gav di sîstema rêveberiya sivîl de birêve bibe.


Di derbarê tesîsên têkildarî leşkerî de, her du alî li hev kirin ku erkên wan ji nû ve pênase bikin û wan ji baregehên leşkerî veguherînin navendên perwerde û jêhatîbûnê yên hevbeş, di çarçoveya rêkeftinên nû de ku berjewendiyên hevbeş li ber çavan digirin.

Yadeştnameya têgihîştinê ji bo temamkirina pêvajoya ji nû ve rêxistinkirinê demek sê mehan destnîşan dike, piştî ku rêziknameyên nû dê bikevin meriyetê.

Peyman di çarçoveya ji nû ve sazkirina cewherê hebûna Rûsyê li Sûriyê de tê, ku qonaxek nû di têkiliyên di navbera her du welatan de nîşan dide, bi hevkariya berdewam a li ser bingeha berjewendiyên hevbeş.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket